Diyarname
Lîstikvanê fûtbolê Deniz Undav bi 30 mîlyon euroyî transferê Stutgartê bû. Bi vê yekê ew bû lîstikvanê kurd ê xwedî bonservîsa herî bilind.
Lîstikvan Deniz Endav di sala 1996'an de li Almanyayê hatiye dinê. Bavê wî ji Wêranşarê ye. Di sala 2022'yan de ew transferê Brightona îngilîz bû. Lê heman salê bi kirê ew şandin Unionê û par jî bi kirê şandin Stutgartê. Undav li Stutgartê performanseke serketî nîşan da. Wî di lîg û Kûpaya Almanyayê de di 33 maçan de lîst; bi vê 19 gol avêt û 10 asîst kirin. Stutgarta ku par piştî Leverkusenê wekî tîma duyemîn lîg temam kir, îsal dixwaze tîma xwe xurtir bike. Stutgartê lîstikvan Undav ê ku bi kirê par lê lîstibû bi 30 mîlyon Euroyî ew transfer kir.
Meha borî Stutgartê 30 mîlyon Euro pêşniyar kiribû lê klûba wî Brightonê biryar nedabû. Niha biryar hat dayîn û peyman hat îmzekirin. Brightonê bi ser hesaba xwe ya X'ê peyam belav kir û got, "Bi peymana ku hê nehatiye eşkere kirin Deniz Undav bi awayekî mayînde transferê Stutgartê bû, em jêre serketinê dixwazin."
Li aliyê din Undav di Euro 2024'an de jî formaya tîma neteweyî ya Almanyayê li xwe kiribû.


