• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?

Dîrok : 23 08 2008 | Beþ :

Serbest

 

Þengul Ogur

Der barê helbestvanên kevn ên kurdan de kêm tiþt têne zanîn. Destnivîsên helbestên wan pir kêm in û bi piranî li ber destên hin kesan di quncikên tarî de veþartî ne. Piçek agahiyên ku der barê jînenîgariya wan de tên dayîn jî, hev û din nagirin. Lewre der barê wan de her rastiya herî biçûk ku mirov dikare derxe holê jî gelekî hêja û giranbuha ye. Ev dilopên biçûk ên rastiyê dibin xelatên biçûk ji bo bibîranîna yekî ku ji bo kurdan xwediyê evîneke mezin e û ji bo çand û dîroka kurdan xizmeteke mezin kiriye. (D.N.MacKenzie, Kovara Zend, hejmar 9, wergera ji îngilîzî Samî Berbang)
Eva demeke ku ez bi dû dîroka rast a jidayikbûna Melayê Cizirî  ketime. Lê çi dema ku min xwest ez dîroka jidayikbûna Cizirî bibînim, ji Cizirî bêhtir navê Feqî kete pêþiya min. Lêkolînvanên me ên ku serê xwe bi dîtina vê rastiyê re diêþînin ji bo ku vê rastiyê bibînin pêþî serî li dîroka jidayikbûna Feqî didin. Sedema vê yekê jî helbesta ku hem di çapa Hartman, hem jî di çapa Melayê Zivingî de cih digire ye. Helbest ev e:
Feqî:
 
Selama min heqîrê sedefek
tivê têkin
Îro di Cezîrê heq e li Melê kin
Ku ji derba tîrê derman heye
lê kin

 
Mela:
 
Selamên milyaketan bêhed û
bêhisêb bin
þubhetî avên þetan ji Mela,
li Mîm û Hê bin
Hilakên ji zehmetan derman
ji lam û bê bin

 
Feqî:
 
þerbeta lam û bêan nadim
ez wê bi heyatê
Me. dena dal û rêan dibarî-
nin nebatê
Izhar dikin me. neya ji husna
but û latê

Ji vê helbestê, melayê zivingî digihîje wê encamê ku Mela û Feqî di heman demê de jîyane.

Li Muhammed heft felek
çûne, ji hucret dewr gelek çûne
Hezar sal çil û yek çûne, ev
xezel hate dîar e

Bi vê helbestê jî ku Melayê Zivingî bi dest xistiye, bi hesabên ebcedî digihîje dîroka jidayikbûna feqi ku ev jî 1601 e.

Di heman demê de Melayê Zivingî jî wekî Emin Zeki, Belic Þêrko, Elaedin Secadi, dibêje Feqiyê Teyran ji Makûyê ye. Lê di pirtûka, Dîroka Wêjeya Kurdî de, Feqî Huseyin Sagniç li ser makûyebûna Feqiyê Teyran wiha dibêje: “'Belê feqiyekî makûyî heye û ji ber serwextî û zanîna wî hinekan jê re Feqiyê Teyran gotine. Lê belê tu tu peywendî di navbera wî û Feqiyê Teyran ê mîsoger de tune ye. Ji xwe, di navbera jîna wan de, nêzîkî du sed salî heye û ew feqiyê makoyî ne helbsetvanê gel e.”

Ji vê nîqasê xuyanî dibe ku bi hindikayî du Feqiyê Teyran hene ku ev her du Feqî jî ne di heman demê de jiyane û ne jî ji heman deverê ne. Bo çi bi hindikayî dibêjim? Lewma di cilda dehan a Ansikolpediya Ewliyayan (Evliyalar Ansiklopedisi) de, di nivîsa sernavê Resul Zekî efendî de ez  li navê Fakih Tayran rast hatim ku di vê nivisê de dibêje Fakih Tayran yek ji wan þagirtên jêhatî yê Resul Zekî efendî ye. Di vê nivîsê de tê diyarkirin ku Resul Zekî efendî di destpêka sala 19’an de çûye ser dilovaniya xwe. Di malpera Bahcesaray.com de, dîroka mirina Resul Zekî efendî wekî 1907 tê diyarkirin. Naxwe ku rastiya vê çavkaniyê hebe em dikarin bibêjin ku Feqiyê Teyran di sedsala bîstan de dijiya.
Dîsa di Ansiklopediya Evliyayan di cilda dehan de tê gotin ku rojek ji rojan Feqiyê Teyran li ser Pira Sor a ku di bin re ava Miksê diherike rawestiyaye û wiha xîtabî ava Miksê kiriye:
“Ey av, ey av! tu wiha bi ku de diherikî. Bi þev û bi roj bi axin û nalin, bê rawest diherikî?”
û avê wiha bersiv daye Feqiyê Teyran:
“Ey mirov! Ew qas nebî, ew qas welî bihurîn. Tu kesî nexwest sedema herikîna min hîn bibe'”
Feqî: “Ew mezin bûn. Wan dizanibû ku nepirsîn. Lê ez nizanim di navbera me de pir cudahiyê heye.”'
Av: “Binêr, ez jî girtiyê yekî wekî te me.

Em çend helbestine din jî ku wekî ên Feqiyê Teyran têne qebûlkirin û bi riya van helbestan encamên ku jidayikbûna Feqî û mirina Melayê Cizirî tê ditîn û çend pirsan bikin:
Li Muhammed heft felek
çûne, ji hucret dewr gelek çûne
Hezar sal çil û yek çûne, ev
xezel hate dîar e,

Bi vê helbesta ku Melayê Zivingî bi dest xistiye, bi hesabên ebcedî dîroka jidayikbûna Feqî (1631) tê deranîn û bi vê ve girêdayî jî dîroka ku Melayê Ciziri jiyaye (1640)
Heft eyn û lam ji hev bûn cida
Þîn û girî dîsa tê da
Bi vê helbestê jî ku Celadet Bedirxan gotiye ji bo mirina Melayê Cizirî ji hêla Feqiyê Teyran ve hatiye nivisin. M.B Rûdenko jî vê helbestê bi hesebên ebcedî bi du awayan deþîfre dike û digihije du hijmaran.
ku yek ji van hejmaran 1408 e, a din jî li gorî hesabên koçî 1050 ye.
Niha li ser van taritiya ku li ser dema jiyîn û mirina  Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî em dikarin çend pirsan bikin:
1) Gelo çend Feqiyê Teyran hene?
2) Gelo Feqiyê Teyran ê ku bi Melayê Cizirî re hevaltî kiriye û pê re helbest nivîsiyê kîjan Feqiyê Teyran e? Feqiyê ji Makûyê ye, an ê ku ji Miksê ye û di 1631’ê de jiya ye, an jî, Feqiyê Teyran ê Miksî ku di sedsala 19’an de jiyaye?
3) Feqiyê Teyran ê ku helbesta, “Ey avê av” nivisî û yê ku bi avê re axiviye heman kes in an na?
4) Helbesta, “Ey avê av” ji bo Çemê Dîcleyê hatiyê nivisîn an ji bo ava Miksê?
4) Gelo nabê ku Celadet Bedirxan di bîra xwe de xelitî be?

Çavkanî
1-Kovara Zend,hejmar 9,
2-Dîroka Wêjeya Kurdî, Feqî Huseyn Sagniç,Weþanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
3- Evliyalar Ansiklopedisi, Cild 10, sal 1992, Çapxane Îhlas Gazetecilik Holding
4- Bahcesaray.com
5- http://www.dinikitablar.com/modules.php?name=Encyclopedia&op=content&tid=4239

 

**

gernus@msn.com

***

Nivîsên Þengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!

- Ji albuma wêneyên þikestî

- Giriyê Mirinê

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji 'Qemerê' sê helbest

Ji 'Qemerê' sê helbest

28 06 2022

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip...

22 06 2022

Eþq û êþên Kurdistanê di

Eþq û êþên Kurdistanê di "dîwana þermê"...

20 06 2022

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish...

14 06 2022

Ev jî hene

Pênûs

Pênûs

03 10 2013

Lo

Lo

11 05 2010

DÎMENINE DERIZÎ JI VALAHÎ Û TENÊTIYÊ

DÎMENINE DERIZÎ JI VALAHÎ Û TENÊTIYÊ

22 03 2010

Sîleya Kurdan

Sîleya Kurdan

25 03 2011

Ez ditirsiyam ku rahêjim pirtûkê

Ez ditirsiyam ku rahêjim pirtûkê

09 12 2020

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

HÎÇ, MATEMATÎK Û HELBEST

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

Konê folklorîzmeke empresyonîst

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname