Diyarname
Di çarîk fînala Lîga Şampiyonan de êvara 9'ê mehê şerekî gelek mezin hebû; heyecan di asta bilind de bû û 4 tîman tam 10 gol avêtin.
Li Îngilistanê Arsenalê tîma alman Bayern Munih kir mêvan. Di deqîqe 12'yan de Arsenal bi Bukayo Saka bi 1-0 derket pêş. Bayernê Serge Gnabry di deqîqeya 18'an de bersiv da. Tîma alman di deqîqeya 32'yan de bi penaltiya Harry Kane derket pêş û nîveka yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Lê Arsenalê di deqîqeya 76'an de bi Leandro Trossard wekhevî saz kir. Tîma serketî hefteya pêşiya me li Almanyayê wê diyar bibe.
Maça din di navbera Real Madrid û Manchester City de bû. Ev maç hê bi heyecan bû. Her du tîmên mezin, her du tîmên favorî maçeke fînalîn lîstin. Tam 6 gol hebûn di maçê de. MC'ê di deqîqeya 2'yan de bi Bernardo Silva perve vekir, piştî 10 deqeyan şûta Realê li Ruben Dias ê MC'ê ket û ket qeleyê: 1-1. Piştî vê bi du deqîqeyan Rodrygo encam bir 2-1'ê. Nîveka yekemîn bi serketina Real Madridê bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de MC'yê hê zêdetir xwe nîşan da. Deqe 66, Phil Foden, şûmê şîrîn ê MC'ê wisa gogek şand tiştê ku qeleparêz Lunin bike tune bû: 2-2. MC hê zêdetir hatibû ser xwe, êrîş bi ser êrîşan de û piştî 5 deqîqeyan vê carê Josko Gvardol tîma xwe bi 3-2 derxist pêş. Lê Realê ku nedixwest maçê berde, ku destjêberdan ne li gor bejn û bala wê bû di deqîqeya 79'an de bi Federico Valverde wekhevî saz kir: 3-3. Bi vê encamê rêwiyê nîv fînalê ma Îngilistanê.
Maçên rovenşê ên her du tîman 17'ê mehê wê bê lîstin û serketî wê derbasî nîv fînalê bibin.
Di çarîk fînalê de îro du maçên din hene: PSG tîma Barselanoyê, Atletico Madrid jî Borussia Dortmundê dike mêvan. Maçên her duyan li gor saeta Amedê saet 22.00'an de têne lîstin.
Li Tirkiyeyê TV8.5 wê maça Atletico Madrid û B. Dortmundê yekser belav bike.