Diyaranme
13'emîn Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê ku li Edeneyê li dar dikeve dest pê kir. Fûara ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin heta 12'yê mehê dê bidome.
Yekemîn fûara pirtûkan a îsal li Çûkûrovayê roja 4'ê mehê bi merasimek deriyên xwe vekirin. Li dor 300 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin. Gotûbêj, panel, xebatên atolyeyan û xebatên ji bo zarokan hin çalakiyên çandî ne. Her wiha dê nivîskar pirtûkên xwe îmze bikin.
Ji weşanxaneyên kurd Weşanên Ava (Stand 803A) li fûarê cihê xwe girtiye. Her wiha Weşanên Sor (Stand 702A) jî cihê xwe girtiye.
Panela bi navê "İnsan, Mekan, Edebiyat” bi beşdariya Şeyhmus Diken û Ahmet Çakmak roja 11'ê mehê saet 13.15'an de li Salona Çûkûrova li dar dikeve. Panelê Weşanên Îletîşim li dar dixe.
Heman rojê panela "Bir Yaşam Oykusu: Sari Zarf" bi beşdariya Akin Bîrdal saet 13.15'an de li Salona Akdenîz li dar dikeve. Panela Bîrdal ji aliyê A7 Kîtap ve tê li dar xistin.
Yek ji çalakiyên din ku balê bikişîne jî bi navê “50 Kuşagi Oykuculugu ve Adnan Ozyalçiner” (Nifşê Çîroknivîsiya 50'î û Adnan Ozyalçiner) li dar dikeve. Gotûbêja ji aliyê Kor Kîtap û Manos Kîtap ve hatiye organîzekirin roja 11'ê mehê saet 18.15'an de li dar dikeve. Adnan Ozyalçiner, Mustafa Emre, Tahir Şilkan dê wekî axifger beşdar bibin.