Diyarname
Endazyarê DYA'yî, afirînerê qumandaya televîzyonan Eugene Polley di 96 saliya xwe de mir.
Zenithê li ser Polley daxuyaniyeke weşand û got: "Xebatkarê şîrketa me yê berê roja yekşemê (20 gulan) li eyaleta DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) Chicagoyê li nexweşxaneyê miriye."
Polley di sala 1955'an de amûrek ku navê "Flash-Matic" lê kiribû îcad kir. Bi vê amûrê tîrêj dişand beşên quncikên televîzyonê û bi vê yekê hem dikir televîzyonê bigire, hem jî kanalan biguherîne.
Di serdema ku hê sedan kalan nîn bûn de ev îcada Polley wekî berhemeke luks dihat dîtin. Ev îcada yekem a qumandayên televîzyonê di şiklê çekekê de bû.
Eugene Polley di sala 1915'an de li Chicagoyê hatiye dinê û di sala 1935'an de dest bi endazyariyê kiriye. Polley ku 47 salan ji bo fîrmaya Zenithê xebitî, 18 amûrên ku patenta wan aîdê DYA'yê de îcad kir.
Polley demek dirêji li bajarê Lombard ku derveyî Chicagoyê ye jiya.
Wî qumandaya pêşî ya televîzyonê pêşî veguhart modelên bi pêlên deng, dûre veguhart teknolojiya infrared û herî dawî veguhart modelên bi frekansên radyoyê.
Berî qumandaya Polley, fîrmaya Zenithê qumandaya ku bi qabloyê bi televîzyonê ve girêdayî ye îcad kiribû.
Berdevkê fîrmaya Zenithê John Taylor ji bo ajansa AP'ê axivî û got ku Polley di hemû jiyana xwe de bi îcada xwe serbilind bû.
Ji beşa tirkî ya BBC'ê hatiye girtin