Diyarname
Edîtorê Serwîsa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed ev 20 roj in tu agahî jê nayê girtin.
Li gor agahiya ku ajansa Rojnewsê belav kiriye rojnameger Silêman Ehmed roja 25'ê meha borî li Deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa Başûr ve hatiye binçavkirin. Ajansê wisa gotiye, "Piştî binçavkirina wî bi 6 rojan Asayîşa Duhokê ku girêdayî PDK'ê ye ew binçavkiriye, lê gotiye tu eleqeya wî bi rojnamegerî re nîn e."
Ajansê ragihandiye ku ji wê rojê de tu agahî ji Ehmed nehatiye girtin û agahî nadin malbat an parêzerên wî.
Ji bo yên nizanin, Rojnews li Başûr kar dike, serwîsên wê yên kurdî, tirkî û erebî hene.