Koma Xwendinê ya Amedê di 02.01.2022’an de bi awayekî online li ser pirtûka Eliyê Evdirehman “Xatê Xanim”ê civiya û nirxandina xwe pêk anî. Moderatiya civîkê endama komê Seyhan Şaşmaz kir. Seyhan bi xêrhatina endaman dest bi şêwirê kir û got em hertim bi endaman dest bi şêwirê dikin lê vê carê em ê bi mêvanan dest pê bikin û mafê axaftinê da mamoste Omer.
Mamoste Omer wisa dest pê kir: “Min ev pirtûk salek du sal berê jî xwendibû ji bo şêwirê min dubare xwend. Ez dixwazim ewil li ser kesayeta Eliyê Evdirehman bisekinim. Wekî em dizanin nivîskarekî Sovyetê ye. Bi giştî gava em li taybetiya nivîskarên Ekola Sovyetê dinêrin bêtir em dikarin bibêjin tesîra realîzma sosyalist li ser wan heye. Ev pirtûk nêzî salên 1960î hatiye nivîsin ku em dizanin wê demê şoreşa Başûr pêk tê yanî tesîra şoreşa netewî em di berhema Eliyê Evdirehaman de dibînin. Em dikarin bibêjin mînaka herî berbiçav jî berhema wî Xatê Xanim e. Em çîroka berhemê dikarin wekî netewî qebûl bikin. Di destpêkê de çawa bavê Siltan wekî leheng derdikeve pêşberî me çiqas axa û beg e yan jî em dikarin bibêjin sermiyanê wê heremê ye. wekî pêşeng tê qebûlkirin Têmûrê Eliyê Ûsê em dizanin axa û beg aligirê îktîdarê ne lê Têmûr çiqas axa û beg be jî di vir de aligirê gelê xwe ye. Em hêla wî ya netewî dibînin gava bimire wesiyetê ji lawê xwe Siltanê re dike û dibêje hertim li hemberî zilmê şer bike. Piştî mirina wî êdî rola Siltan derdikeve pêş, gel piştî mirina Têmûr xwe dispêre Siltan ji bo ku vê malbatê wekî pêşeng dibînin. Piştî girtina Siltan êdî rola Xatê Xanim derdikeve pêş di berhemên Eliyê Evdirehman de temsiliyetên jin zêdetir derdikevin pêş ev yek bala mirov dikşîne jin zêdetir bi hêz in. Di beşa yekemîn de bi Xatê Xanim ev yek derdikeve pêş di beşa duyemîn de bi jina Siltan Zeynê ev yek derdikeve pêş. Hemû cemaat bi gotina Xatê Xanim guhdarî dikin û dibêjin tu çawa bibêjî em ê wisa bikin. Di civakeke feodal de qebûlkirina vê yekê ne wisa hêsan e lê em di berhemê de dibînin ku jin çiqas bi hêz in. Karaktera Xatê Xanim êdî ji zayenda jinbûnê derdikeve û dibe karaktereke pêşeng êdî netewî difikire ji lawê xwe bêtir gelê heremê difikire. Di encamê de em tifaq û yekitiyê dibînin ya din jî lîstik û dek û dolabên hember em dibînin. Di aliyekî din de em dibînin çawa çanda Kurdan derdikeve pêş û aliyê serdest çawa tê biçûkxistin. Ji hêla edebî de aliyê şahesandin de ji folklorê gelek sûd wergirtiye. Gelek cihan de gotinên pêşiyan derdikeve pêşberî me. Ger em karekteran bikin beş bi beş sê cure karakter derdikevin pêşberî me yek jê em dikarin bibêjin karakterên netewî ne, karakterên din em dikarin rasterast wan bixin aliyê dijber aliyekî din de jî karakterên xayîn bala me dikşîne. Gelek berhemên Sovyetê de em destbiraktiya Kurd û Ermenan dibînin em di vê berhemê de jî heman tiştî dibînin. Di encamê de ez dixwazim bibêjim ev berhem berhemeke netewî ye.”
Piştî axaftina mamoste Omer endamê komê Mirad mafê axaftinê girt û wisa got:
“Ez di rê de me dibe ku înterneta min qût bibe û axaftina min nîvco bimîne ez ê bi kurtasî nêrînên xwe vebêjim. Romanê divê mirov li gorî serdema hatiye nivîsîn binirxîne pirtûk di sala 1959an de hatiye nivîsin. 59 dîrokekî gelek dûr e li ser gelek dem derbas bûye şert û merc guherîne nivîskariya wê demê û niha ji hev cuda bin jî ji naveroka romanê zêdetir lê birastî ez nizanim ev berhem çiqas roman tê hesibandin ev niqaşek cuda ye. Ez ji naverokê zêdetir dixwazim li ser sê çar xalan nêrînên xwe bînim ziman rasterast berhemek propagandist e hinek bi armanca propagandayê li gor xwe şert û mercên Kurdan tîne ziman. Ew ê riya serkeftinê çawa derkeve yekîtî û aqil çiqas girîng e. Ev yek bingeha romanê digire lê tiştekî bal dikşîne pir zêde pesnê Ermanan tê dayîn em dizanin kesekî dinivîse li Ermenîstanê ye. belkî xwestibe dostaniya Ermen û Kurdan bîne ziman lê ji dostaniyê wêdetir e xilasiyek hebe dê bi têkiliya Ermenan be ew ê heta Ermen aqilmendin, zana ne, ji dostên xwe re dost in bi her hawî çiqas wesfên baş hene bûye para wan. Li gorî ev dîmeneke cihê ku lê ye xwe bi wan xweş bike dide. Li gorî min di romanê de çend cihên ji hev qûtbûyî hebûn. Mesela xezûrê Siltan tu lê dinêrî dixwaze wekî karekterekî xiyanetkar wî derxe pêş lê ji bo ku wesfa xiyanetê lê bar bike ewqas ji temayê rastiyê û pêvajoyê diqete ku divê wî ne baş bike divê nebaşiya wî xwendekar jê derxe. Em jê fahm dikin ku xezûrê Siltan di gundekî nêz de dijî, qala serhildaneke tê kirin ku hemû herêma Dêrsimê bigir heta Erzinganê sînor hemû jê haydar in hemû êl û eşîr. Lê gava hevjîna Siltan diçe ber bavê xwe ew jê ne haydar e. Dixwaze beko ewantiyê derxe pêş lê ne serkeftî bûye.
Piştî axaftina Mirad endama komê Neslixanê mafê axaftinê girt û wisa got: “ez ê çend tiştên kin bibêjim her du hevalên ku di pêşiya min de axivin gelek tiştên xweş vegotin ji ber vê yekê ez ê çend tiştên kurt bibêjim. Bi min bandora Tirkî li ser Eliyê Evdirehman hebûye mînak di rûpela 19an de gotiye borcê li stûyê min, kurê kopegan ez di nav nakokiyê de mam ev peyv Kurdî ne yan Tirkî ne. Piştre Xatê Xanim jineke jêhatî ye jineke giranbuha ye lê wê dişîbîne mêran dibêje jineke mêraniye rast e belkî di demê de wisa dihat bikaranîn lê di roja me de gava em peyvên wisa dixwînin aciz dibin gotinên min ewqas in.”
Piştî axaftina Neslîxanê endama komê Mamoste Remziye mafê axaftinê girt û wisa got: “Min pirtûkê heta dawiyê xwend heta hinek cihan min dubare xwendin. Ez bawer dikim nivîskar Eliyê Evdirehman gelekî serkeftî ye ji aliyê nivîsa xwe de. Gelek berhemên wî hene werger kiriye helbest nivîsandiye. Li gorî hinek gotinan dibêjin Erebê Şemo di pirtûka xwe ya Kela Dimdimê de ji wî sûd girtiye. Eliyê Evdirehman li Ermenîstanê nivîskarekî navdar e min heta ev berhema wî nexwend min ew nas nedikirin. Piştî pirtûkê min li ser hinek lêkolîn kir di lêkolînan de ev yek derket ku Eliyê Evdirehman ji malbata xwe zêdetir neteweya xwe fikiriye û ji bo wan xebitîye. Ez werim li ser pirtûka Xatê Xanim ez dixwazim li ser bergê bisekinim pirtûka destên min ya Weşanên Lîsê ye berg vala ye tiştek li ser tune ye ya li gorî lêkolînên min ya beriya viya bergekê xweşik li ser hebûye. Ez dixwazim bibêjim di berhemê de çîroka Xatê Xanimê cih girtiye lê gelek jinên wekî Xatê Xanimê di nav Kurdan de hebûne û derketine li hemberî mêran bi jinxasî serî rakirine Xatê Xanim jî bi aqilmendiya xwe kurê xwe ji dardakirinê xilas dike. Dijminê xwe baş nas dike û li gorî wan tevdigere. Di berhemê de şîret jî hebûn, nivîs herîkbar bû xwendin herîkbar bû. Her çiqas peyvên ku me heta niha nebîhîstibûn hebin jî bi xwendina hevokê jê dihat fahmkirin. Di nav de gotinên pêşiyan hebûn dibêjin Eliyê Evdirehaman bi zanahî gotinên pêşiyan di berhemên xwe de bikartîne ji bo neyên jibîrkirin. Ji bo nivîskarên me berhemên wisa li pişt xwe dihêlin ew ê tim werin rojevê.”
Piştî axaftina Remziyeyê endama komê Sevgulê mafê axaftinê girt û wisa got: “Birastî ev pirtûk niha li ber destên min tunebû min şeş sal berê xwendibû ez ê nirxandina xwe li gorî wî bikim. Gava min xwendibû bandoreke erenî li ser min çêkiribû ev tê wateyê ku berhemên ku bandorên erenî li ser xwîner bihêlin ew berhem nayên jibîrkirin. Li gorî min pênûsa Eliyê Evdirehman xurt bû, bi her awayî serkeftin, lawazî û em çawa têk diçin an jî em ê xwe çawa têk nebin bi pisporî di vê berhemê de hatiye honandin. Li ser çar karakteran ev pirtûk hatiye nivîsîn mînak Têmûr temsiliyetiya başiyê dike, Emîn Paşa temsilyetiya xirabiyê dike, Têmûr axa ye li gorî rêbaza axayan tevnagere hertim piştgiriya gelê xwe dike. Heman qenciyê Xatê Xanim jî dike li ser rola jinîtiyê. Piştî mirina Têmûr Xatê Xanim êdî gelê xwe difikire. Xatê Xanim wek dayikek nafikire wekî em dizanin gava tiştekî tê serê zarokên dayikan tim zarokên xwe difikirin lê Xatê Xanim ev yek nake. Gava dibêjin ew ê şer derkeve gava Siltên digirin û heta gava dibêjin ew ê Siltên were dardakirin Xatê Xanim pêşengtiyê bernade û stratejîk difikire. Temsiliyeta ku Emîn Paşa dike em dibînin qîza xwe nafikire û li ser qîza xwe pêşveçûna xwe difikire. Ji bo Eliyê Evdirehman li Serhedê maye zehmetiya ziman min nekşand. Kurd hertim pişta xwe dispêrin çiyayan li wir jî bala min kişand disa xwe dispartin çiyayan çiya hertim ji me re bûne dayik em kêfa xwe jî li çiyayan çêdikin gava Siltan xilas dibe dîsa li serê çiya şahî tê lidarxistin. Tekiliya Kurdan û Ermenan jî hebûn bawer im Eliyê Evdirehman xwestiye bibêje gava dijmin yek be hemû gel bi hev re dibin destbirak. Pirtûk 80 rûpel bûn lê têr û tije bûn. Li gorî dema xwe gelek serkeftî bû.”
Piştî axaftina Sevgulê mafê axaftinê endama komê Xecê girt û wisa got: “Ez dibêjim naveroka pirtûkê bi detay hat gotin ez ê jî li ser çend xalan bisekinim. Min gava vê romanê xwend min çavê îro lê mêze nekir meriv çavê îro lê mêze bike meriv dikeve anakronîzmê yanî meriv wê demê û wê serdemê şaş dinirxîne. Meriv çavê wê demê li romanê binêre dikare rastir şîrove bike. Rast e ji tradîsyonên romanên ji Sovyetê ye. Di 59an de hatiye nivîsin lê qala dema Osmaniyan dike hîn padîşah heye yanî qala beriya Komarê dike. Hemû karakterên jin wekî karakterên baş hatine afirandin, wekî Fatê, Zeynê, Xatê Xanm hemû karakter jinên jêhatî ne. Rast e li ser mêran pesnê wan daye lê ez dibêjim wê demê ev tiştekî pir normal bû. Niha em vî zimanî rexne dikin. Di nav Kurdan de du tiştan derxistiye pêş bi cengawerî xîret û aqil. Mesela Xatê Xanim aqilê temsil dike. Karakterên mêr jî jî wêrektiyê temsil dikin. Bi min nivîskar gotiye aqil zêdetir ji me re lazim e. Erê dibêje Kurd wêrek in dikarin şer bikin xwe biparêzin lê aqil bi rola Xatê Xanimê zêdetir derketiye pêşberî me. Aliyê folklorik gelekî bala min kişand mesela navê hespan hebûn. Sewirandina kesan folklorik bûn. Temsiliyeta serdestan di romanê de bala min kişand. Dewlet ji aliyê edaletê ve tiştek nake. Tiştekî din bala min kişand dibêje cemaata Kurd nabêje miletê Kurd ez dibêjim gelo di dema nivîskar de nasîna mîletekî bi vî şiklî dikirin. Ez tiştek meraq dikim meriv dikare ji weşanxaneyê bipirse gelo çiqas girêdayî metnên orjînal maye. Ez jî ji Serhedê me di hinek cihan de wekî ji sentaksa Serhedê derketiye di roja me de nivîsiye.”
Piştî axaftina Xecê mafê axaftinê endama komê Eyşeyê girt û wisa got: “hevalan hema hema qala hertiştî kirin. Ez dixwazim bibêjim ev pirtûk li ser çi sekini bû. Biratiya Kurd û Ermenan, yekitiya Kurdan, jinên jinxas. Di pêşgotinê de jî weşanxane li ser vê yekê sekiniye romaneke femînel e ev pirtûk 62 sal berê hatiye nivîsin gava em wê demê dinêrin birastî jî karaktereke jin li gorî nêrîna femînîzmê çewtiyek nîn e ji bo ku rola dayikbûnê derdixe pêş. Rast e mesela digot wekî mêrekî li hespê siwar dibûn lê li gorî wê demê ev gotin normal bû. Mirad li ser propagandayê sekinî got propagandaya Ermenan dikir. Gelo wê demê me Ermenan kuştibû yan na divê mirov dîrokê jî bixwîne. Nivîskar Birokî ye ez jî ji Wanê me birastî Birokî hertim Sirgun bûne. Belkî xwestiye di sirgunê de li ser welatê xwe romaneke ava bike û di wê romanê de Kurd jî ser bikevin. Pirtûkeke epîk bû birastî wekî berhemeke klasik jî di hişê meriv de dimîne.”
Piştî axaftina Eyşeyê Mamoste Reşad mafê axaftinê girt û wisa got: hevalan tiştek nehiştin em bibêjn ez dixwazim li ser zimên bisekinim. Hevalan got peyvên Tirkî peyvên Tirkî zû bala me dikşîne. Ev jî ne ji sedemên xwezayî ji sedemên sîyasî bala me dikşîne ewqas peyvên Erebî û Farisî bala me nakşînin. Li Kafkasyayê bi gelek mîlet bi hev re dijîn yanî ew kelîme ne yên nû ne yên kevin in. Ez dixwazim vê yekê bibêjim romanên niha hatine nivîsîn bi Kurdî ne lê rihê wan ne bi Kurdî ye. Li vir çiqas peyvên Tirkî hebin jî rihê metne bi Kurdî ye. Mesela xwarina Bozbaş derbas bûbû lê ev xwarin li Dêrsimê tune ye li Îdirê heye ev jî nîşan dide nivîskar li ser maseyê nivîsiye xeyaleke çêdike lê carinan ev xeyal şaş jî dibe. Ziman pir xweş bû ji aliyê folklorik jî pir xweş bû. Mirov dikare ji vê berhemê ferhengeke jî derxe li gorî berhem kurt e jî gelek gotinên pêşiyan heye. Pirtûk realist e. Mijar kurê Têmûr axa ji bo baca li ser cemaata xwe sivik bike diçe û dikeve zindanê. Diya wî dixwaze wî ji zîndanê derxe. Lê nivîskarê me ev anîye li ser Kurd û Kurdistanê lê gelek valahiyên romanê hene. Em wek behsa feodaliteye dikin. Mesela Xatê Xanim bi mêrê xwe û kurê xwe Xatê Xanim e. Mêrê wê Têmûr nebûya yan jî kurê wê Siltan nebûya nikaribû biba Xatê Xanim. Mesela Xatê Xanim li gorî vê feodaliteye nikare mêr bike. Mesela gava Olek derdikeve nabêje ez Olekê nû me dibêje ez behsa berê dikim lê ew dîn berê şaş bûye ji rê derketiye ez dixwazim wê dînê bînim ser rê. Gava mîletperwer jî derdikevin holê dibêjin jixwe jinên me jinxas in jixwe em heq didin jinên xwe jinên Kurd jixwe li gorî mîletên din pêşdetir in em qîmet didin wan. Gava şer derdikeve em heq didin wan lê gava şer diqede em dîsa wan dixin hundir û derî li ser wan tê kilîtkirin divê vê yekê me li gorî feodaliteye binirxandana. Hûn dizanin mirov hertim ne qenc e ne jî xirab e elbet kêmasiyên romanê hene lê ev normal e roman ji romanên ewil tê hesibandin. Teswir tê de ne zêde ye ev jî bala min kişand. Çima karakter yan jî tîpên Ermenî ji me biaqiltirin yan jî ji me baştir in. Di gelek pirtûkan de ev yek derdikeve pêş mesela Ermenî, Suryanî yan jî Êzîdî ji me aqiltirin bi min ev sûcdarî ye. Dibêjin binhişê mîletan jî heye em di binhişê xwe de xwe sûcdar hîs dikin. Bi min Eliyê Evdirehman li ser maseyê rûniştiye û vê pirtûkê nivîsiye ewqas sûnî disekine.
Piştî axaftina mamoste Reşad endamê komê Mamoste Ehmed mafê axaftinê girt û wisa got: “em dikarin bibêjin ev novel e yanî çîrokeke dirêj e. Nivîskar du heb novel du heb jî roman nivîsiye. Min romana wî ya Şer Li Çiya jî xwendibû nivîskar di berhemên xwe da hêlekî netewî berhemên dîrokî dinivîsîne. Eliyê Evdirehman di berhemên xwe da hêla malbatî jî derdixe pêş wekî vê berhemê çawa Têmûr axa, Siltan û Xatê Xanim derxistiye pêş doza netewî hêla dîrokî dinivîse jixwe hêlekî romanê ya xurt ev e. Mesela hûn zanîn Haşîm Ahmedzade bi navê netew û roman teza doktorayê hazir kiriye. Mesela li ser dîroka Dêrsimê gelek berhemên xurt hatine nivîsîn ez jî wekî mamoste Reşad difikirim li ser maseyê rûniştiye û bêyî ku Dêrsimê bibine vê berhemê nivîsiye. Hevalan hertişt got ez jî dixwazim bibêjim ev romaneke dîrokî ye. Eliyê Evdirehman jî romannûsekî romenên dîrokî ye. Çend kesên Kafkasyayê em dikarin bibêjin serkêşiya romanên yekem kirine romanên wan realist in. Li gorî teoriya edebiyat û romanê serkeftî nîn in. Di dawiyê da dixwazim ev bibêjim romana kurdî ji Kafkasyayê derket niha hemû perçeyên Kurdistanê belav bûye.”
Piştî Mamoste Ehmed endama komê Seyhanê mafê axaftinê girt û wisa got: Wekî hûn dizanin em bi gelemperî nivîskaran vedixwînin şêwirên xwe lê di vê şêwirê de ev pêkan nebûn ji bo wî jî em nikaribûn bersivên pirsen xwe bibinin. Pirtûk 62 salî ye û hema hema bi romana yekemîn re kayişê dikşîne. Elbet em ê vê romanê li gorî serdema ku hatiye nivîsîn binirxînin em nikarin bi pirtûkên niha ku li gorî teoriya edebiyatê tên nivîsîn binirxînin. Ez dibêjim xeyala Eliyê Evdirehman jî tifaqa Kurdan bûye ku berhemeke wisa nivîsiye û tifaq û yekitiya Kurdan derxistiye pêş. Roman hem ji ekola Sovyetê bû hem jî gelek emir mezin bûn em dikarin berhemên wê demê û vê demê bidin ber hev û binêrin çiqas nivîskariya me guheriye di nava 62 salan de ferqên çawa ketine nav romanên Kurd û hwd… Min jî berhemê bi kêfxweşî xwend. Hemû heval peyîvîn û nêrînên xwe bi me re parve kirin ez naxwazim bikevim dubareyê ji bo wî jî ez kin dibirim û dibêjim hevalên ku pirtûkê xwendin û tevlî şêwirê bûn keda wan sax be. Bi van gotinan şêwir bi dawî bû. (07.01.2022)
Deşîfrasyona ji deng: Seyhan Şaşmaz