Diyarname
Pirtûka nivîskarê navdar Franz Kafka "Veguherîn" ji Weşanxaneya Cervantes bi kurdî derket.
Nivîskar Franz Kafka di sala 1883'yan de li Pragê hatiye dinê. Gelek pirtûkên wî hene û wekî klasîkên dinyayê lê tê nêrîn. Yek ji pirtûkên wî jî "Veguherîn" e. Pirtûka ku navê orjînal "Die Verwandlung" e yekem car di sala 1915'an de hatiye çapkirin.
Pirtûk ji çîrokek dirêj pêk tê. Niha wergêr Fatih Aydin pirtûk ji almanî bo kurdî wergerandiye û ji Weşanxaneya Cervantesê derketiye. Lehengê çîrokê Gregor Samsa ye ku gava sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar dibe, bi xwe dihese ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.”
Pirtûka ku niha hatiye çapkirin, bi vê gotinê hatiye pêşkêşkirin: "Ev hevoka pêşîn a Veguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de."
'Veguherîn' di nav klasîkên dinyayê de yek ji çîrokên girîng a dinyayê ye ku heta niha ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin. Çîrok niha êdî bi kurdî li ber xwendevanên kurdî ye jî.
- Veguherîn / Franz Kafka / Wergera ji almanî Fatih Aydin / Çîrok / 2023 / 78 rûpel