QAMIŞLO
Li Qamişloyê 8'emîn Mîhrîcana Çîrokên Kurdî bi beşdariya 21 çîrokbêjan dest pê kir.
Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyeyê bi beşdariya 21 çîrokbêjan mîhrîcana îsal da des pê kirin ku dê 5 rojan bidome.
Li gor nûçeya ANHA'yê di roja yekemîn a mîhrîcanê de ku bi dirûşma “Çîrok Lorîka Dayîka Kurd e” li Parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya Qamişlo dest pê kir. Di mîhrîcanê de gelek rewşenbîr, wêjevan û hezkiriyên wêjeya kurdî ên ji herêma Cizîrê têde amade bûn.
Di çalakiyê de pêşî konsertek hat pêşkêş kirin û dûre Omran Yunis, Naz Elî û Mihemed Baqî Mihemed çîrokên xwe xwendin. Piştî xwendina çîrokan mêvanan pirsên xwe ji beşdaran kirin..
Di mîhrîcanê de ligel xwendina çîrokan hin çalakiyên cihêreng jî dê li dar bikevin. 17'ê mehê bi diyarkirin û xelatkirina çîrokên serketî dê mîhrîcan bi dawî bibe.

Di mîhrîcanê de 21 çîroknivîskar dê çîrokên xwe bixwînin û di dawiyê de yên serketî dê bêne diyarkirin.


