Diyarname
Documentarist ku sibê dest pê dike di "Beşa Taybet" de cih dide fîlmên "Ji bo aştiyê dengê jinan".
16'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal di navbera 10-15'ê mehê de li dar dikeve. Di beşa taybet a Documentarist de 5 berhemên li ser jinan hene ku wan ji bo aştî û mafên mirovan têkoşîn daye.
Di çarçoveya projeyê de rojnameger (û niha mebûsa Yeşil Sol Parti) Ayşegul Dogan, sazkara belgefîlman, derhêner Ekin Çalişir, derhêner Fatma Çelik, belgefîlmkar, aktîvist Guliz Saglam û Mehveş Evin ev 5 vîdyo-belgesel amade kirine.
Va ne ew berhem:
- "Barişa adanmiş bir Omur: Aysel Tugluk
Derhêner Mehveş Evin, 14 deqe, 2022
Di vê xebatê de çîroka siyasetmedara kurd Aysel Tugluk derdikeve pêş temaşevanan.
- Rosa: Haklarimiz ve hayatlarimiz îçîn!
Derhêner Guliz Saglam, 15 deqe, 2022
Belgefîlm li ser Komeleya Jinan a Rosa ku jinên kurdan ew ava kiriye hatiye kişandin. Derhêner Saglam bi belgefîlmê xwe balê dikişîne ser vê komeleya ku kayûmê ew girt û têkoşîna jinên kurd.
- Hakîkat, Înat, Cesaret, Umut: Eren Keskin
Derhêner Ayşegul Dogan, 15 deqe, 2022
Di vî belgefilmî de Çîroka parêzera mafên mirovan, Seroka ÎHD'yê Eren Keskin û têkoşîna wê derdikeve pêş.
- Kezî
Derhêner Fatma Çelik, 7 deqe, 2022
Derhêner Çelik di vî belgefîlmî de çîroka Fatma Çelik Tunç a ku ew xwe bi xwe hînê xwendin û nivîsandinê bûye, helbestan dinivîse tîne pêş temaşevanan.
- Kadin, Yaşam, Adalet
Derhêner Ekin Çalişir, 11 deqe, 2022
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ji bo mafên jinan kedeke mezin didin. Di vê vîdyoyê de Çîroka parêzên ciwan ên di vê têkoşînê de kedê didin derdikeve pêş.
Ev beşa belgefîlman 11'ê mehê saet 15.00'an de li Aynali Geçit dê tê nîşandayîn.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Belgefîlmên kurdî têne nîşandayîn
-Documentarist li benda belgefîlman e
**
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.