Diyarname
Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ji bo 99 beşan dê 20 hezar mamosteyan bigire kar lê di nav van 20 hezarî de tenê 3 kontenjan ji bo kurdî veqetandine.
Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî (MEB) yê Tirkiyeyê Mahmut Ozer di kanaleke nêzî hikumetê de li ser mamosteyên dê bêne terxankirin daxuyanî da. Û pêre jî lîsteya beşên ku dê ji bo wan mamosteyan bigirin kar eşkere kirin. Bi temamî 99 beş hene. Ji bo van beşan 19.969 mamoste, yanê nêzî 20 hezar mamoste dê bêne peywirdarkirin. Di nav van de herî zêde ji bo mamostetiya pêşdibistanan kontenjan hatine vekirin: 7 hezar û 503.
Paşê ji bo mamostetiya polê 2 hezar û 223 kontenjan û ji bo mamostetiya perwerdehiya taybet jî 1250 kontenjan terxan kirine. Dûre bi rêzê 1218 kontenjan ji bo çand û ehlaqa olê, 1004 kontenjan jî ji bo mamostetiya dibistana seretayî.
Li gor lîsteya ku MEB’ê eşkere kiriye ji bo zimanan jî kontenjan hatine terxankirin. Di vî warî de ji bo îngilîzî 450 kontenjan, ji bo erebî 193 kontenjan, ji bo almanî 175 kontenjan, lê ji bo kurdî tenê 3 kontenjan hatine terxankirin. Ji van didu ji bo kurmancî, yek ji bo kirmanckî (zazakî) hatiye terxankirin.
Li Tirkiyeyê di sala 2012’yan de mafê hilbijartina dersa hilbijartî hatibû dayîn, lê ji wê rojê de heta niha her kontenjaneke biçûk ji bo kurdî tê terxankirin.