Cemil Oguz
Rojnamegerî kurd Ekrem Sunar di sala 1946’an de li Amedê hatiye dinê û di sala 1964’an de dest bi rojnamegerê kiriye. Ew, li herêmê ji THA (Ajansa Nûçeya a Tirk) bigire heta HHA (Ajanta Nûçeyan a Hurriyetê), ji bo gelek ajansa xebitiye. Wî di sala 1978’an de ligel Celal Telebanî hevpeyvîn kiriye ku di vî warî de yekemîn kes e bi Telebanî re axiviye. Ev nûçeya wî li Ewropayê di 22 televîzyonan de hatiye weşandin û loma di sala 1978’an de bi vê nûçeyê Xelata Nûçegîhaniya TV’yê ya Weqfa Sedat Sîmavî girtiye. Wî şerê Qibrisê, şerê Îran-Iraqê jî di nav de bûyerên li welatên herêmê şopandine û di salên 1986, 1987 û 1988’an de sê salan ser hev de ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat ve wekî “Rojnamegerê Salê” hatiye hilbijartin û di navbera salen 2009-2012’yan de cîgiriya serokê heman saziyê kiriye. Sunar xwedî Nasnameya Zer a Çapemeniyê ya Herdemî ye. Me çima ew qas qala wî kir, ji ber vê: Ligel van nûçeyan hemûyan wî bi xwe dozên PKK’ê yên berî salên 80’ê û piştî salên 80’ê jî wekî rojnamegerî şopandine ku di nav van dozan de danişînên dozên Mazlum Dogan, Kemal Pir û Hayri Durmuş jî hene. Di van dozan de çi, çawa hat gotin, belgeyên ji van dozan çi ne?
Rojnameger Ekrem Sunar niha ev di pirtûkek bi navê “Mazlum, Kemal, Hayri’nin Soylemleriyle Olume Yatmak” (Bi gotina Malzum, Kemal, Hayri Çûyîna Ber Bi Mirinê) de bi cih kirine û pêşkêş kirine. Pirtûk ji Weşanên Doyê derket.
Peyvên qedexe!
Ji pirtûkê li ser wê demê mirov hînê hin tiştan dibe. Mînak ew dozan dişopînin lê nikarin wekî çêbûye binivîsin û biweşînin. Ew dinivîsin lê pêşî Mişawîriya Edlî ya Rewşa Awarte lê dinêre, wê nûçeyê diguherîne, dike wekî daxuyaniyeke xwe û ji bo weşandinê li ofîsên ajansan vedigerîne. Di nûçeyê de bikaranîna PKK, Dewleta Kurdan, Kurdistan, tiştên wisa teqez qedexe ne, lê Sunar dibêje ku bi demê re ev hişkbûn hinek nerm bû ji ber ku kadroyên PKK’ê her peyvên wekî PKK, Kurd, Kurdistan, Dewleta Kurdan parastin û bi katiban dan nivîsandin ku bikevin nav îdîanameyan.
Di danişînan de di navbera dadger û kadroyên PKK’ê de nîqaşên balkêş jî derdikevin. Mînak dadger dipirse, “hûn Kurdistan dibêjin lê ev Kurdistan ku der e”, “hûn zimanê kurdî dibêjin ev li ku derê tê axivîn” û hwd.
Li ser dewleta kurdan bersiva Mazlum Dogan
Dîsa di nîqaşek bi vî rengî de Mazlum Dogan wisa bersivê dide dadger: “Min bixwe li Tirkiyeyê çi weşan li ser kurdan, Kurdistanê hatibe weşandin min dîtibin min xwendine. Ez bi vê jî nesekinî me,min şik biriye ser kîjan berhemê ku tenê hevokek, tenê peyvek jî li ser vê derbas bûbe min ew jî xwendine.” Di pirsek li ser ziman de jî Mazlum Dogan wisa bersivê dide: “Ne girîng e ku kurdî ji zimanên din peyv girtibin û dabin. Ya muhîm ji fonetîka wê wêdetir gramera wê ye. Gramereke kurdî ya ji tirkî cuda heye û ew ji koma Arî, di Koma Zimanên Hînd-Ewropa de ye. Yê min li ser vê ew qas agahiyên min hene.”
Dadger: Van di dîrokê de dewlet saz kirine?
Mazlum Dogan: Erê.
Dadger: Kîjan dewlet?
Mazlum Dogan: Ez vê bibêjim. Organîzasyona Med, li gor dîrokzan dibêjin 571’ê de hatiye avakirin. Li dor 500’î filan tê xirakirin, zêde dirêj najo, ji aliyê Persan ve tê têkbirin.
Dadger: Ev dewleta Med li ku derê hatiye avakirin?
Mazlum Dogan: Hema bibêje li cihê ku îro kurd lê dijîn.
Û diyalog wisa didome. Dema ew danişîn li dar dikevin ji Mazlûm heta Kemal û Hayrî Durmuş hemû ciwan in û dema mirov agahiyên li ber dest ên li ser kurdan jî bide ser hev, ligel her tiştî ne zêde têr tijî be jî ew dkarin bersiva dadger bidin. Pirtûk wekî belgeyek dîrokî bi qîmet e.
Ahmet Turk û Gultan Kişanak jî hene
Di pirtûkê de gelek agahiyên wisa yên dîrokî derdikevin pêşberî xwendevanan. Ne tenê girtiyên PKK’ê, ji siyasetmedarên niha li ser Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî ku wê çaxê ew jî girtibûn agahî hene.
Olume Yatmak / Ekrem Sunar / Weşanên Do /175 rûpel