Diyarname
Hevseroka MSD'ê (Meclisa Sûriyeya Demokratîk) Îlham Ehmed bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyamek li ser hilbijartinên li Tirkiyeyê belav kir.
Li Tirkiyeyê roja 14'ê gulanê hilbijartina Serokomarî û mebûsiyê heye. Li ser vê ji gelek cihan peyam têne belavkirin. Hevseroka MSD'ê Ehmed jî peyamek belav kir û got, "Hêvî ew e, hilbijartinên Tirkiyê hikumeteke ku çareserkirina pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û aştiyê qebûl dike, bi xwe re bîne. Ji bo ewlehî û aramiya herêmê, em ê ji bo danûstendin û hevkariyê hazir bin."