Diyarname
51'emîn Xelatên Siyadê hatin belavkirin. Di şevê de derhêner Nûrî Bîlge Ceylan bi girtina 6 xelatan mohra xwe li şevê da. Endama Siyadê Seray Genç ji bo dayîna xelata belgefîlmî hat ser dikê, bal kişand ser zordarî û dozên li hemberî belgefîlmankaran û diyar kir ku ew piştgiriya wan dikin. Derhêner Gurcan Keltek ku xelata Belgefîmê Metrajdirê ê Herî Serketî girt, wî jî piştgiriya xwe ji bo belgefîlmkaran anî ziman.
Merasima xelatdayîna 51'emîn Xelatên Siyadê (Komeleya Nivîskarên Sînemayê) li Sehneya Anitha li dar ket. Di şevê de pêşî xelatên kedê û rûmetê hatin dayîn. Xelata Kedê ya Siyadê dan kedkar û parêzvanên sînemaya Beyogluyê. Xelata Rûmedê ya Siyadê dan belgefîlmkar Ethem Ozguven û Petra Holzer, lîstikvan Sevda Ferdag
Piştî van dest bi belavkirina xelatên berhemên serketî kirin. Derhêner Nûrî Bîlge Ceylan di warê fîlmê herî serketî, derhênerê herî serketî, lîstikvanê herî serketî, lîstikvana duyemîn a herî serketî, lîstikvanê duyemîn ê herî serketî, senaryoya herî serketî, bi temamî di 6 waran de bi ser ket.
Vane hemû xelatên ku di şevê de hatin belavkirin:
Fîlmê Herî Serketî:
- Ahlat Agaci (Nûrî Bîlge Ceylan)
Derhnênerê Herî Serketî:
- Nuri Bilge Ceylan - Ahlat Agaci
Senaryoya Herî Serketî:
- Akin Aksu, Ebru Ceylan, Nuri Bilge Ceylan - Ahlat Agaci
Lîstikvana Herî Serketî:
- Hazar Erguçlu - Kar
Lîstikvanê Herî Serketî:
- Dogu Demirkol - Ahlat Agaci
Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî:
- Bennu Yildirimlar - Ahlat Agaci
Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî:
- Murat Cemcir - Ahlat Agaci
Derhênerê/a Dîmenê yê/a Herî Serketî:
- Andreas Sinanos - Yol Kenari
Muzîka Herî Serketî:
- Orkun Tunç - Arada
Vesazkirina Herî Serketî:
- Ayris Alptekin - Kar
Derhênerê Hunerê yê Herî Serketî:
- Osman Ozcan, László Rajk - Anons
Belgefîlmên Metrajdir ê Herî Serketî:
- Meteorlar – Gurcan Keltek
Kurtebelgefîlmanê Herî Serketî::
- Yikintilar Arasında - Ozcan Alper
Kurtefîlmê Herî Serketî:
- Sana İnanmiyorum Ama Yerçekimi Var – Umut Subaşi
Xelata Giovanni Scognamillo a Fîlmên Fantastîk a Herî Serketî:
- Arif v 216 – Kivanç Baruonu
***
Nûçeya Eleqedar:
- Berendamên belgefîlm û kurtefîlmên Siyadê diyar bûn
- Berendamên Xelatên Siyadê diyar bûn: Ahlat Agaci di 10 waran de berendam e