Diyarname
Di erdheja ku di 12'yê gulanê de li eyaleta Sichuan a Çînê derket de hejmara miriyan gihîşt 65 hezarî.
Li Sichuanê di mezinahiya 8.0 de erdehejek pêk hatibû. Ofîsa Çapemeniyê ya Konseya Dewlata Çînê daxuyaniyeke da û got ku hejmara birîndaran 360 hezar û 58, ya windayan jî 23 hezar û 150 ye. Li gor daxuyaniyê 65 hezar û 80 kes di erdhejê de mirine û 14 mîlyon û 380 hezar kes jî ji cihê xwe bar kirine cihên bi ewle.
Rayedar radigihînin ku hejmara miriyan dê bigihîje 80 hezarî.


