Diyarname
Îtîfaqa Ked û Azadiyê bi beşdariya serokên partiyên nav îtîfaqê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar jî amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Buldan ve hat xwendin. Buldan got, "Ji bo serokomarî em berendam nîşan nadin." Roja 14'ê gulana 2023'yan li Tirkiyeyê hilbijartina serokomarî û mebûsiyê heye. Ji bo vê yekê îtîfaq berendamên xwe nîşan didin. Îtîfaqa Ked û Azadiyê ku HDP jî têde ye, biryara xwe da. Ji bo vê yekê vê sibê daxuyanî dan çapemeniyê. Buld8an daxuyanî xwend. Va ne ji gotinên Buldan çend not: - Rêya demokratîkirina Tirkiyeyê bi hêza kesên di ked, edalet û aştiyê de israr dikin de derbas dibe. Alternatîfa kesên ku di navbera pergala yek kesî û restorasyonê de mane em in. Di hilbijartina serokomariyê de li hemberî rêveberiya yek kesî emê rola xwe ya dîrokî bînin cih. Ji bo mafên demokratîk, mafên bingehîn û azadî saz bibe, ji bo em hesabê ji desthilatdariya li ser talan û rantê ye bipirsin em bi biryar in. Ji bo vê emê di hilbijartina serokomarî de ji bo serokomar berendamê dernexin. - Meclisa ku têde piranî çêbûye û dê guherîna demokratîk saz bike, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd meclisa ku dê rêyên demokratîk û aştiyane saz bike, muxatab bi diyalogeke zelal û azad nîqaş bikin, pêşerojeke azad û wekhev ji bo hemwelatiyan, ev hemû daxwazên mirovan in. - Em xwedî li jiyanake azad a ji bo jinan, hemû qadên siberojên azad in, em vê baweriyê didin. Îtîfaqa me dê Peymana Stenbolê dîsa bîne cih. - Pêdiviya bingehîn a Tirkiyeyê demokrasiya rastîn û bi hêz a ku pişta xwe dide gel e. Em pergalek ku mafên bingehîn û azadiyê yên gerdûnî diparêze, wan digire bin ewlehiya Zagona Bingehîn, pergala ku di nav de rêgezên hiqûqî yên demokratîk hene, pergala ku mafên civakî û aborî Têde cih girtine dixwazin. Bêyî pergala rêveberiya herêmî nexebite, bêyî demokrasiyeke xurt a herêmî nîn be ne mimkûn e mirov xwe bigihîne van hedefan. - Wekî welat û civak 15'ê gulanê em dixwazin bi hêvî hişyar bibin.
- Ligel saziyên xwe, ligel komîsyonên xwe yên ciwan û jinan, ligel hemû baskên xwe me nîqaşên xwe kirin û em gihîştin encamekê.
- Îtîfaqa Ked û Azadiyê berdevkê daxwaza hemû kedkaran û berdevkê kesên têne çewsandin e. EV îtîrafaq vîna guherîna demokratîk û vîna ji nû ve avakirinê ye. Tekane nûnera gelan û ewlehiya wan e.


