Diyarname
Erebistana Siûdî, Bahreyn, Emîriya Ereban a Yekbûyî (EEY), Misir, Yemen, Lîbya û Maldîvan bi gotina "Piştgirî dide terorê" biryar da ku têkiliyên xwe yên ligel Qetarê bibirin. Van welatan ragihand ku ji bo ewlehiya welatê têkiliyên xwe yên dîplomatîk ligel Qetarê qut kirine, asîmana xwe ji bo rêyên hewayî yên Qetarê girtine û ji dîplomatên Qetarê jî xwestin di 48 saetan de vegerin welatê xwe.
Koalîsyona Navneteweyî ku pêşengiya wê Erebistana Siûdî dike û li Yemenê li hemberî Hûsiyan tevdigere heye ku Qetar jî têde bû, hat gotin ku Qetar ji nav vê koalîsyonê derxistine.
Qetar: Ji ber biryarê em xemgîn in
Piştî vê biryarê Qetarê daxuyanî da û got ku îdîa û sûcdarkirinên ku bingeha wê tune ye û ew ji ber vê biryarê xemgîn in.
DYA: Bila pirsgirêkên xwe biaxivin
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Reks Tillerson banga diyalogê kir û got: "Em dixwazin alî rûnin û li ser cudatiyên xwe biaxivin. Em naxwazin Konseya Hevkariya Kendavê belav bibe."
Îran: Dibe sedema bêîstîkrarê
Cîgirê Serokomarê Îranê Hamîd EBû Talebîj i ser twitterê re wisa got: "Qutkirina têkiliyên dîplomatîk û girtina sînoran ne rêya çareseriyê ye. Berê jî wekî mn got êrîş û dagirkirin tenê dibe sedema bêîstîkrariyê."
Qetar û Iraqê ligel hev xeber da
Emîrê Qetarê Şêx Temîm bin Hamad AL Sanî û Serokê Meclisa Iraqê Selîm el-Cuburî ragihandin ku her du welat ji bo têkiliyên di nav xwe de xurt bikin, ji bo li hemberî qeyran û talûkeyan ligel hev tevbigerin û nelihevkirinên li nav wan ji holê rakin li hev kirine. Daxuyanî ji ofisa Cuburî hate ragihandin ku duh Cuburî li paytexta Qetarê li Dohayê ligel Emir Şêx Temim hatiye cem hev.
Katar Emiri Şeyh Temim bin Hamad Al Sani ile Irak Meclis Başkanı Selim el-Cuburi'nin iki ülke arasındaki ilişkilerin genişletilmesi, krizlere ve tehlikelere karşı ortak hareket edilmesi ve aradaki anlaşmazlıkların sona erdirilmesi konusunda anlaşmaya vardıkları bildirildi.
Bahreyn, Erebistana Siûdî û EEY'yê di sala 2014'an de jî bi îdîaya Qetar xwe tevî tevliheviyên hindurê welatên wan dikin van welatan têkiliyên xwe yên dîplomatîk dabûn rawestandin.