Diyarname
Li hemberî gotina Cîgerê Serokwezîr Bulent Arinç a wekî "Ma hûn bawer dikin bi kurdî dikare perwerdehiyeke biqelîte pêk bê? Ma kurdî zimanê hemdemê (medeniyetê) ye?" Mebûsê BDP'ê yê Agirî pirsnameyeke nivîskî ji Arinç kir. Her wiha Hak-Par û Nûbiharê jî nerazîbûna xwe ya li hemberî Arinç nîşan dan.
Arinçê AKP'yî di CNN Turkê de li ser kurdî wisa gotibû: "Ger merc çê bibin kurdî dikare wekî derseke hilbijêr bê hînkirin. Ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî ne mimkûn e. Li hemberî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya kurdî di warê Zagona Bingehîn de astengî heye. Ya diduyan jî astengiyeke zagonî tune be jî, ma bi kurdî perwerdehiyeke bi qelîte bi kurdî dikare bê dayîn? Ma kurdî zimanekî medeniyetê ye? Em di zimaneke wisa de perwerdehiyê nafikirin. Perwerdehiya zikmakî ya bi tirkî hem yekîtiyê saz dike hem jî tirkî zimanekî medeniyetê (hemdemiyê) ye. Bi tirkî dikarin di per warê perwerdehiyê de xizmet bê dayîn."
Li ser van gotinan, mebûsê BDP'ê yê Agirî Halil Aksoy got ku zimanê kurdî ku xwedî dîrokek hezaran salan e, zimanê zanist, çand û wêjeyê ye, em bi gotinên Arinç ên li ser zimanê kurdî şaşwaz bin.
Aksoy di pirsnameya xwe de wisa got: Bi van gotinên xwe we dilê bi mîlyonan kesî şikestiye. Bi kurdî bi sedan gelek berhem hatine nivîsandin û hatine weşandin. Aksoy bi bîra Arinç xist ku ji van berheman yek jê jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye ku Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê jî ew çap kiriye ^uher wiha diyar kir ku li Herêma Kurdistanê di dibistan û zanîngehan de bi kurdî perwerdehî tê dayîn.
Mebûs Aksoy got ku digel Arinç der barê kurdî de ew qas tiştan dizan e û dîsa gotibû "Dê hemû mafên kurdan bêne dayîn" çawa gotineke wisa serf dike
Mebûsê BDP'ê Aksoy ji Arinç ev pirs kirin:
- Bi gotina kurdî ne zimanekî hemdemiyê ye westa we çi ye?
- Haya we jê heye ku bi van gotinên xwe hûn bandoreke çawa li ser bi mîlyonan kesî dihêlin?
- Gelo hûn difikirin ku van gotinên xwe bi paş ve bikişînin û ji mîlyonan kesên ku vî zimanî diaxivin lêborînê bixwazî?
- Li Tirkiye û li dinyayê 'Kîjan ziman hemdemî ne' we lêkolîneke kiriye? Ger lêkolîn hatibe kirin hûn difikirin ku vê bi raya giştî re jî parve bikin. Ger lêkolîneke wisa tune be hûn bi kîjan daneyan gotineke wisa bikar tînin?
- Zanîngeha Mardîn Artuklu zanîngeheke derveyî hemdemiyê ye? Perwerdehî û hînkirina ku Beşa Kurdolojiyê dike ne hemdemî ye?
- Hûn perwerdehiya li dibistan û zanîngehên li Herêma Kurdistana Federal a Iraqê tê dayîn çawa dinirxînin? Ev dibistanên ku di warê zanistên tib, fenê de dersa ndidin derveyî hemdemiyê ne?
- Haya we hê heye ku Wezareta Çandê Mem û Zîn çap kiriye û hûn difikirin ku vê berhemê bixwînin?