'Wezareta Edelatê rastiyan berevajî dike'
Diyarname
Serokê Konseya Çapemeniyê yê Tirkiyeyê Orhan Birgit li ser daxuyaniya Wezareta Edelatê ku dibêje "Ji 63 rojnamegerên girtî tenê 4 kesî sûcê fikir kiriye yên din ji ber endamtiya rêxistinan girtîne" got: Wezareta Edelatê rastiyan berevajî dike.
Birgit got ku hiqûqa gerdûnî ji bo bekaranîna azadiya ramanê cezakirina dest ji dehan kesan berda ye kesekî tenê jî qet qebûl nake. Birgit wisa got: "Ji ber ku li dinyayê li hemberî polîtîkaya Wezareta Edatelê bertek zêde dibin, wezaret ji bo pêþî li van bertekan bike rastiyan vediþêrê. "
Li Tirkiyeyê berpersê karê nivîsaran ê berê yê Azadiya Welat Vedat Kurþun, rojnameger Ahmet Þik, Mustafa Balbay (wekî mebûs hat hilbijartin) û Nedim Þener jî têde 63 rojnameger di girtîgehê ne de û bi dehan rojnameger jî doz li wan hatiye vekirin.