Diyarname
Ji bo piştgiriya BDP'ê helbestvan û nivîskar Murathan Mungan dê li Navenda Giştî ya BDP'ê dersê bide.
Heta niha ji ber ku di Akademiya Siyasetê ya BDP'ê de ders dane hatin girtin. Li hemberî vê yekê dê Murathan Mungan li navenda BDP'ê dersê bide.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya BDP'ê dê Mungan roja 28'ê vê mehê saet 14.00-17.00'an de li Navenda Giştî ya BDP'ê dersê bide. Mungan dê bi sernavê "Rêyên Nivîsandina Nîşeyan ên ji bo Dîrokê" dersê bide.
Heta niha kesên wekî Prof. Buşra Ersanli, Ayşe Berktay, Deniz Zarakolu, Ragip Zarakolu, Mulazim Ozcan, Hasan Ozguneş û gelek akademisyen, nivîskar û siyasetmedarên din ji ber ku di Akademiya Siyasetê ya BDP'ê de ders dane hatin tewqîfkirin.