Diyarname
44'emîn Xelatên Siyadê li CRR'ê bi merasimekê hatin belavkirin. Di şevê de fîlmê Nuri Bilge Ceylan "Bir Zamanlar Anadolu'da" Xelata Derhênerê Herî Serketî, Fîlmê Herî Serketî û Senaryoya Herî Serketî jî têde di şeş waran de xelat girt. Serokê Siyadê Tunca Arslan got: "Em Tirkiyeyeke ku lê çapemenî azad be, girtin zêde nebin, mirov demeke dirêj girtî nemînin, Tirkiyeyeke ku wezîr hunerê wekî terorê nebînin dixwazin."
Merasima xelatdayîna Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SİYAD) li Salona Cemal Reşit Rey li dar ket û şev ji aliyê lîstikvanên ciwan Sarp Apak û Ezgi Mola ve hat bi rê ve birin.
Di şevê de Serokê Siyadê Tunca Arslan axivî û got: ""xEm Tirkiyeyeke ku lê çapemenî azad be, girtin zêde nebin, mirov demeke dirêj girtî nemînin, Tirkiyeyeke ku wezîr hunerê wekî terorê nebînin dixwazin. Li Tirkiyeyê nivîskar, sînemager têne sûcdarkirin. Em Tirkiyeyeke ku lê bi awayekî azad rexnegirî tê kirin dixwazin."
Her wiha Arslan xwest sînemaya Emekê bê parastin û got: "Ne tenê em, hemû Tirkiye, dinya bi xwe jî dixwaze Emek bê parastin. Em dixwazin li Emekê li fîlman temaşe bikin."
Di şevê de "Bir Zamanlar Anadolu'da" bi şeş xelatan mohra xwe li şevê da. Fîlmên Tayfun Pirselimoglu "Saç" jî xelata Lîstikvanê Herî Serketî û Lîstikvana Herî Serketî girt
Lîstikvan Asiye Dinçsoy ku Xelata Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî girt got: "Li ser navê yên zû ketine bin erdê û li ser navên yên di girtîgehê de ne, bi taybetî ji bo Hrant Dink ez vê xelatê bilind dikim."
Yên xelat girtine:
- Fîlmê Herî Serketî: “Bir Zamanlar Anadolu’da”
- Derhênerê Herî Serketî: Nuri Bilge Ceylan (“Bir Zamanlar Anadolu’da”)
- Senaryoya Herî Serketî: Ebru Ceylan, Nuri Bilge Ceylan, Ercan Kesal (“Bir Zamanlar Anadolu’da”)
- Lîstikvana Herî Serketî: Nazan Kesal (“Saç”)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Ayberk Pekcan (“Saç)
- Xelata Ahmet Uluçay ya Hêviyê: Zeynep Oral (“Atlikarinca”)
- Lîstikvana Duyemîn ya Herî Serketî: Asiye Dinçsoy (“Press”)
- Lîsitkvanê Duyemîn yê Herî Serketî: Ercan Kesal (“Bir Zamanlar Anadolu’da”)
- Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Gokhan Tiryaki (“Bir Zamanlar Anadolu’da”)
- Muzîka Herî Serketî: Mircan Kaya (“Kar Beyaz”)
- Vesazkirina Herî Serketî: Bora Gokşingöl, Nuri Bilge Ceylan (“Bir Zamanlar Anadolu’da”)
- Derhênerê Hunerê yê Herî Serketî: Haluk Unlu (“Dedemin İnsanlari”)
- Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî: “Nader and Simin: A Separation” (Der.: Asghar Farhadi)
- Belgeselê Herî Serketî: “Ekumenopolis: Ucu Olmayan Şehir” (Der-.: İmre Azem)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: “Birbirgunbirevedegelmişkimseyok” (Der.: Berrak Çolak)