Diyarname
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconi ku niha xwediyê tîma fûtbolê Monza ye ji bo lîstikvanên xwe wisa got, "Ger hûn tîmên mezin wekî Juventus, yan jî Milanê têk bibin, ezê otobuseke tije jinan bo we bînim."
Berlusconi 31 salan xwediyê AC Milanê bû û klûb di sala 2017'an de bi 740 mîlyon Euroyî firotibû. Paşê di sala 2018'an de tîma Monza ya di Lîga 3'yemîn de kirîbû û tîm heta lîga mezin anî.
Niha Monza di lîga mezin a Îtalyayê Seire A de ye û bi 16 pûanan di rêza 14'emîn de ye ku li lîgê 20 tîm hene. Napolî bi 41 pûanan li di rêza yekemîn de ye. Bi rêzê Milan 33, Juventus xwedî 31 pûanî, Inter û Lazio xwedî 30 pûanan e. Lîgên dinyayê ji ber Kûpaya Cîhanê navber dane maçan û li Serie A'yê maç 4'ê meha pêşiya me dest pê dikin.
Berlusconi pesnên teknîk dîrektorê tîma xwe Raffaele Pallandino da û paşê got, "Me teknîk dîrektorekî nû dît, serketî, sempatîk, kûbar e û dixwaze han bide lîstikvanan. Ez jî ji bo han bidim lîstikvanan min ji wan re got, ger hûn tîmek mezin wekî Juventus, Milanê têk bibin ezê otobuseke tije jinan bînim odeyên we yên stadê." Gotinên Berlusconi li nava tora civakî bûn sedema nîqaşê.
Berlusconi bi şahiyên bi navên "Bunga bunga" ku ligel keçikên ciwan jî çêkiribû hatibû rojevê. Ew bi îdîaya keçikên ne xama bikar anîne hatibû darizandin, lê beraat kiribû.
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Berlusconi di sala 2013'yan de ji ber ji diziya bacê ceza xwar ji peywirê hatibû girtin. Ew niha dîsa ji bo Senatoya Îtalyayê hat hilbijartin û ligel Serokwezîra Îtalyayê ya rastgir Giorgia Meloni koalîsyon çêkir.