Balafiran gundî dan ber bombeyan: 35 kes kuþtin
Balafirên dewleta Tirkiyeyê duh bi þev li ser sînor, li gundê Roboskî ya Qilabana Þirnexê gundî dan ber bombebaranê. Li gor agahiyên ku tên heta cesedên 35 kesî hatine dîtin. Cesedên gundiyan parçe parçe bûne.
Balafirên F 16 ên dewleta Tirkiyeyê duh bi þev li dor saet 23.30'yan bi îdîaya ku PKK'yî ne sînor bombebaran kir. Di wê demê de qaçaxçiyên ku mazot dianîn bûne hedefa balafirên dewletê. Hate gotin ku 50 qaçaxçî hebûn. Heta niha 35 cenazeyên ku parçe bûne gundiyan dîtin.
Serokê BDP' Þirnexê Baki Sondak, rêveber û edamên meclisa þaredariyê, endamên meclisa giþtî ya bajêr çûn gund. Wekîlê Meclisa Giþtî ya Bajêr Erþet Ediþ li ser bûyerê wisa got: "Cenaze þewitîne, bûne komir. 15 ambûlan niha ji gund hatin. Ji ber berfê erebe nikarin herin. Gundî çûne cihê bûyerê. Telefon nakiþînin. Li gor birîndarekî ku got, balafirên þer pêþî bombe kirine. Paþê bêhnek giran hatiye. Agir bi her derê ketiye û cenaze þewitîne."