Diyarname
Sal 2015, bi gotineke din sedsala 21'ê. Li Tirkiyeyê roja 31'ê adarê kete nav tarîtiyeke mezin. Ji bo çi? Kes nizane.
Roja 31'ê adara 2015'an bêyî kes agahiyeke bide, bêyî kes bizane ka çima û çawa çêbû li hemû herêmên Tirkiyeyê (bajarên kurdan jî têde) saet li dor 10.30 elektrîk hat birîn.
Ji bilî bajarê Wanê, li hemû bajaran elektrîk hat birîn.
Roj bêelektrîk temam bû.
Li Stenbolê sefera metro, marmaray û tramvay, li Enqereyê seferên metroyê hatin rawestandin.
Kargehan kar da rawestandin.
Zerar ew qas mezin e, nayê hesibandin.
Çima elektrîk hate birîn? Sedem çi bû? Ne kes dizane, hikumeta AKP'ê û wezîrê wê yê enerjiyê jî têde kes bersivê jî nade.
Hin qala êrîÅŸa sîber dikin.
Hin dibêjin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) duh bi îdîaya "Hûn elektrîka bi qelîte pêÅŸkêÅŸ nakin" ew ji Pergala YE derxistiye ku îro bandor lê kiriye.
Gelek gotegot hene lê zelaliyek nîn e. Rojên pêÅŸ me dê diyar bibe sedem çi ye, lê di vê sedsala 21'ê de dîroka Tirkiyeyê tiÅŸteke nû nivîsî.