Li ser wefata Hecî (Mihemed Elî Reşo) ê bavê nivîskar Sebrî Silîvanî, Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê daxuyaniyeke weşand û ji bo Silîvanî û malbata wî sersaxwî xwest.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de ji Xwedê hêvî û daxwaz kir ku cihê rehmetî Hecî bihuşt be û ji bo malbatê daxwaza bêhnfirehiyê kir.
Bavê Sebrî Silîvanî, Hecî (Mihemed Elî Reşo) ê 83 salî, di 12'yê vê de wefat kiribû.