QAHÎRE
Hikûmeta demkî ya Misirê ku piştî îstîfaya Husnu Mubarek hatibû damezrandin, ji ber xwepêşandanên protestoyê yên di van rojên dawiyê de li dar dikevin îstîfa kir.
Çapemeniya Misirê di demjimêrên danê êvarê de ragihand ku hikûmeta demkî ya di bin serokwezîrtiya Essam Şeref de îstîfaya xwe pêşkêşê Konseya Bilind a Hêzên Çekdar (SCAF) kiriye. Konseyê ragihand ku ew ê îstîfayê binirxîne.
Piştî wê, rojnameya serbixwe ya bi navê El Şuruq ragihand ku SCAF’ê îstîfaya hikûmetê qebûl kiriye. Lê kanala TV ya fermî ya dewletê ragihand ku SCAF îstîfaya hikûmetê qebûl nekiriye.


