Diyarname
Kurtefîlmê Omer Faruk Baran ê bi navhe “Tercûme” ku ji bo Bordeauks Biennala Shorts hatibû şandin, ket nava bernameyê. Fîlmê yek deqîqeyî li ser sînorê Sirûc û Kobanî sînorê di navbera zimanan de nîşan dide.
Bienala Kurtefîlman a Bordeauksê (Orjînala wê “Bordeaux”) îsal dê roja 21’ê kewçêrê li dar bikeve. Kurtefîlmê Baran ê bi navê “Tercûme” jî di nav hemû belgefîlmên ji bo wan hatine şandin de kariye bikeve nava bernameyê.
Li gor daxuyaniya amadekarên bîenalê ji 57 welatan 447 kurtefîm ji bo wan hatine şandin û ji nav van 24 kurtefîlm ji bo nîşandayînê hilbijartine. “Tercûme” jî yek ji wan e.