Diyarname
Hunermend Zelal Gokçe duh bi şev li Balafirgeha Stenbolê hatibû binçavkirin, îro piştî nîvro hat berdan.
Gokçe bi şev li qereqola li Balafirgeha Stenbolê hat rawestandin heta îro piştî nîvro. Ew anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê û piştî îfadeya wê girtin, berdan.
Hat gotin ku ji ber klîba Gokçe ku di ÎMC TV (ku bi Biryarnameya di Hukmê Zagonê de hatibû girtin) de hatibû weşandin bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" hatiye binçavkirin. Ji bilî vê parvekirinên wê yên di tora civakî de wekî sedem hatin nîşandayîn.