Diyarname
Nivîskar û wênegir Mem Artemêt bi navê “Herka Heyvatê” pêşangeheke wêneyan vedike. Di pêşangehê de wêneyên ku wî ji Çewlig heta Ûrmiye, Kirmanşan, ji wir heta Tîflîs, Afganistanê kişandine cih digirin.
Pêşangeha Mem Artêmet 12’yê mehê saet 15’an de Merkezkaç Kolektif Mekân a li Ofîsa Amedê vedibe. Pêşangeh heta 27’ê mehê dê vekirî be.
DÎMENÊN JI DEHAN BAJÊRAN
Çîroka pêşangehê balkêş e. Mem Artemêt bi otostopê ji Bakur dest pê dike. Ew ku wênegirekî seyar e, kon, termos û makîneya xwe dide pişta xwe û bi otostopê dikeve rê. Ji Îran, Ermenistan, Azerbeycan, Gurcistan, Rojhilat, Rojava û heta Başûr digere. Ji Çewligê dest pê dike û ber bi Solxan, Mûş, Norşîn, Tetwan, Qelqelî, Xoy, Tewrêz, Zenjan, Qezwîn, Têhran, Îsfehan, Şîraz, Reşd, Lahîcan, Erdebîl, Remsar, Demawend, Sebzewer, Nîşabûr, Meşhed, Xoresan, Qûçan, Şîrwan, Bojnûrd, Deregez, Çiyayên Tirkmenistanê, Sînorê Afxanistanê, Ahwaz, Şûş, Kuhdeşt dikeve rê. Ji rojhilatê Kurdistanê, Kirmanşah, Civanrûd, Sine, Merîwan, Bane, Seqiz, Mahabad, Ûrmiye, Salmas, Jolfa Sînorê Ermenistanê, Azadkent, Sisian, Zangakatun, Artaşat, Masis, Erîvan (Elegez), Pamp, Aparan, Ashtarak, Artashavan, Apnagyugh, Hartavan, Shakire, Kumisi, Sînorê Gurcistanê, Tiflîs, Poka, Ahilkelek, Filippovka, Qers, Îdir, Bazîd, heta Wanê û her wiha bi dehan bajarên din diçe, digere, û li van deran fotoyan dikişîne, bîranînan kom dike.
LI AFGANISTANÊ NEKARÎ BIKIŞÎNE
Artêmet li ew qas bajarî geriya ye, li van deran foto kişandine lê li Afganistanê tenê nekişandiye. Di metna pêşangehê de li ser vê yekê wisa hatiye gotin, “Ya ecêb ew e ku di vê rêwîtiyê de ku li ser cendekên sînorên pêk hatiye, Mem li sînorê Afxanistanê fotografek jî negirt, pê li axa wir nekir û ji wir bêdem û bêbelge vegeriya, ev yek nîşaneya herî zelal a tesîra xerab û neyînî ya şer û texrîbata rihî ye ku li ser însanî dihêle. Ne ku welatên berbehs ji texrîbat, talan û şerî pak bûne lê wekî sembol ev îtîraza hunermendê fotografan a li hember reşatiyê ye. Memê ku ji xeynî texrîbata fizîkî û rihî ya ku ji şeran mîras maye ji Afxanistanê tu tişt hilnedaye, tu fotograf negirtiye û bê deng û hes vegeriyaye palpişta vî şerê bêaxirî ye.”
Niha ev rêwîtiya Mem Artemêt bi kuratoriya Adem Bulut li Amedê di pêşangehê de derdikeve pêşberî wênehezan.
MEM ARTEMÊT KÎ YE?
Mem Artemêt di sala 1993’yan de hatiye dinê. Ew ji Artemêta Wanê ye. Li Zanîngeha Bîngolê lîsansa kurdî qedandiye, teza wî ya masterê li ser “Îmajên Şi’ra Fêrîkê Ûsiv” e. Wî, di sala 2019’an de li Amedê ligel hevalên xwe pêşangehek vekir. Pêşangeha bi navê “Herka Heyatê” pêşangeha wî ya şexsî ya yekem e. Mem Artêmet li Amedê dijî û digel fotografan, bi sînema û edebiyatê re eleqedar dibe.
Ji bo kesên eleqedar cihê pêşangehê:
Merkezkaç Kolektif Mekân
Taxa Ofis Kooperatîfê, Kuçeya Cahit Sitki Taranci, Binê Avahiya Kupik Apartmani, No:10 Yenişehir – Amed


