Diyarname
Lêkolînvan Zeyneladibîn Zinar ku heta niha gelek pirtûkên folklorîk weşandibû, niha 21 hebên din li van zêde kir.
Nivîskar Zinar ku piştî salên derbeya 80’yî çû Ewropayê ev demeke dirêj e li wir dijiyan û di van salên dawî de jî tê Tirkiye û bakur û diçe. Zinar ku heta niha bi lêkolîna folklora kurdî re eleqedar dibû û bi dehan pirtûk weşandibû, niha hinên din li wan zêde kir.
Pirtûkên Zeynelabidîn Zinar di bin banê Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî li Stockholmê de hatin weşandin. Niha 21 pirtûkên din li van hatin zêdekirin ku ev pirtûk li Tirkiyeyê hatin çapkirin. Bi van hejmara pirtûkên nivîskar Zeynelabidîn Zinar giştî 112’yan.
21 pirtûkên niha hatine çapkirin, ji bo zarokan hatine amadekirin û her yekê çîrokeke folklorî di nava xwe de dihewîne. Pirtûkên bi zaravayê kurmancî hatine çapkirin, ji aliyê du mamosteyan ve hatine bereçavkirin û di warê pedagojî de jî sererast kirine.
Pirtûkên hatine çapkirin hejmara rûpelên wan di navbera 30 û 60 rûpelî de ye û ji bo zarokan valahiyeke mezin dadigirin.
Pirtûkên ku hatine çapkirin ev in:
NAVÊ PIRTÛKAN:
1- Çêleka Zer
2- Çepgera Aşê Dewletê
3- Daweta Hirç Û Rovî
4- Daweta Kurê Paşê û Qîza Gavan
5- Dêwê Heftreng
6- Gemiya Nokan
7- Gurê Nalbend
8- Heft Sal Şivantî
9- Keça Sêvê
10- Keçelok û Gurrî
11- Kund û Bilbil
12- Mamê Mamcel
13- Mîrzoyê Kurê Paşê
14- Pîra Bênefs
15- Pîra Xwînxwur
16- Rasto û Xwaro
17- Rêncberiya Mîrzo û Keleş
18- Sêva Paşê
19- Toz Paşayê Kurê Çeqçeq Paşa
20- Tûtika Cinî
21- Xeyda Pisîkê
Kesên bixwazin pirtûkan bi dest bixin dikarin ji ser vê navnîşanê re xwe bigihînin: Pencinar.z@gmail.com
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.