Diyarname
Konsera 30 saliya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Navenda Çanda Bostanci li dar biketa lê ji aliyê Qeymeqamiya Kadikoyê ve hatibû qedexekirin. Li gelek cihan li hemberî vê yekê nerazîbûn hat nîşandayîn. Û endamên NÇM'ê îro li Meclisê li Koma HDP'ê bûn.
Di Civîna Awarte ya Koma HDP'ê ya Meclisê de Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar axivî. Sancar piştî axaftina xwe temam kir, maf da NÇM'yiyan. Wan pêşî qala qedexeyê kir û paşê ji stranan hin çarîn xwendin: Dengê stranên kurdî li Meclisa Tirkiyeyê bilind kirin.
Va ye ew vîdyo: