Diyarname
Ji bo Newroza îsal hindik ma lê ji niha de li hin cihan agir hatin pêxistin jî. Îsal dê li 30 bajar bi giştî li 61 cihan Newroz bê pîrozkirin. Va na bajar bi bajar agahiyên li ser Newroza îsal ên ku cih diyar bûne:
AMED
Li Amedê, Komîteya Amadekar a Newroza li ber avahiya HDP'ya Kayapinara Amedê hat ba hev, yekem agirê Newrozê pêxist û govend gerandin.
STENBOL
Li Stenbolê roja 20'ê mehê dê Newroz bê pîrozkirin. Ji salên borî cudatir îsal li Yenîkapiya Stenbolê dê şahiya Newrozê bê lidarxistin. Yenîkapi li navçeya Fatîha Stenbolê ye. Şahî saet 11'an de dest pê dike.
WAN:
Li Wanê Komîteya Amadekar ragihand ku bi diruşma "Em agirê azadî û berxwedanê gur bikin" bang li gel kir ku beşdarî Newrozê bibin. Li Wanê roja 21'ê mehê dê li ber Kelehê Newrozê pîroz bike. Mebûsên HDP'ê yên Wanê dê beşdarî şahiyê bibin û her wiha komên muzîkê wekî Gurup Vardiya, Koma Awaza Azad, Xecê û Azad Bedran dê stranên xwe pêşkêş bikin.
Li aliyê din Walîtiya Wanê destûra pîrozbahiyê da.
MÊRDÎN:
- Li Qosera Mêrdînê roja 20'ê mehê dê Newroz bê pîrozkirin.
- Li Nisêbîna Mêrdînê roja 21'ê mehê dê newroz bê pirozkirin.
CULEMÊRG
Li Culemêrgê komîteya amadekar biryar da ku roja 21'ê mehê di navbera saetên 10.00-16.00'an de li navenda çarşiyê şahiya Newrozê li dar bixe. Li Culemêrgê dê hunermend Murat Demir, Koma Çiya û Koma Sorjiyan stranên xwe pêşkêş bikin.
ÇEWLIG:
Li Çewligê roja 20'ê mehê saet 11'an de dê li Saglik Caddesiya Çewligê Newrozê bê pîrozkirin. BATMAN: Li gor daxuyaniya komîteya amadekar li Batmanê par ji ber pandemî wan Newroz pîroz nekiribû lê îsal dê pîroz bikin. Newroza Batmanê 21'ê mehê li Qada Newrozê ya li Taxa Bazarê lidar dikeve. ENQERE: Li Enqerneyê Hêzên Demokrasî û Kedê ragihandin ku ewê Newrozê bi hev re pîroz bikin. Li Enqereyê navnîşana cihê pîrozbahiya Newrozê Qada Anadolu ye. 21'ê mehê ewê saet 13'yan de li ber Ataturk Kultur Merkezî bên ba hev û heta Anadolu Meydani bimeşin û li wir Newrozê pîroz bikin. AGIRÎ: Li Agirî Newroz 21'ê mehê li Taxa Firatê tê lidar xistin. Walîtiya Agiriyê destûr da. ENTAB: Li Entabê ji bo Newrozê destûr hat dayîn. Îsal li Entabê dê Newroz li hemberî Lîseya Mehmet Akif Ersoy li Garaja Otobusên Tûrê li dar bikeve. EDENE: Li Edeneyê roja 21'ê mehê Newroz tê pîrozkirin. Li gor agahiya komîteya amadekar Newroz saek 11'yan de dê li Mimar Sinan Açik Hava Tiyatrosu li dar bikeve. ÎZMÎR: Li Îzmîrê şahiya Newrozê 20'ê mehê roja şemî dê li Meydana Gundogdu li dar bikeve. Ji hunermendan Ayfer Duzdaş û Paksisler û Arhat derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin. AYDIN: Li Aydinê şahiya Newrozê roja 21'ê mehê li Osman Yozgatli Mahallesi Meydan Alani ya Merkez Efelerê lidar bikeve. Şahî di navbera saetên 12.00- 17.00'an de dê li dar bikeve. Hunermend Serhat Kural û Nurcan Degirmenci dê derkevin ser dikê.
Li Bazîda Agirî jî dê roja 21'ê mehê saet 12'yan de şahiya Newrozê lidar bikeve. Şahî li otoporka li pişt avahiya Şaredariyê dê li dar bikeve û hunermend Heme Hecî û Koma Jinên Azad dê derkevin ser dikê.
(Cihên bajar û navçeyên din her ku zelal bibin emê lê zêde bikin)