Wezîr wisa têne kuþtin
Diyarname
Dîroka Osmanî bi kuþtinan, qetlîaman û bi birakujiyan tije ye. Helbet bi kuþtina wezîran jî. Pargali Îbrahîm ku 13 salan ji bo Dewlata Osmanî wezîrî kir hat kuþtin. Rêzefîlmê bi navê "Muhteþem Yuzyil" ku li ser dîroka Osmanî tê kiþandin di beþa xwe ya roja 16'ê mehê de bû þahidê kuþtina Pargali Îbrahîm.
Pargalî Îbrahîm ku hem ji bo Osmanî di gelek þeran re bi ser ketibû, hem wezîrê dewletê û hem jî zavayê padîþah bû ji aliyê padîþah ve hat kuþtin.
Her wiha kurtedemek berê Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ev rêzefîlm rexne kiribû û gotibû: "Ecdadên me ne wisa bûn"...
Di beþên pêþîn ên vî rêzefîlmî de nameyê padîþah hatibû xwendin ku beþa "Kurdistan" nehatibû xwendin û bûbû meseleya nîqaþê. Lê di beþên dûre hatin kiþandin de ew name wekî orjînala xwe ku têde Kurdistan jî derbas dibe hatibû xwendin.
Her çiqas rêzefîlm ne belgefîlm in û ne mecbûr in rastiyan nîþan bidin jî, dîrok nîþan didin ku gelek tiþtên di vÎ rêzefîlmî de wekî rastiyê ne.
Yek ji wan xalan jî kuþtina wezîr Pargali Îbrahîm e.
Belê, li Osmanî wezîr wisa hatin kuþtin. Vîdyo: