Diyarname
Nivîskarê romana "Forrest Gump" Winston Groom ê ji DYA'yê li Alabamayê wefat kir.
Nivîskarê 77 salî roja çarşemê wefat kiriye. Waliyê Alabamayê Kay Ivey mirina nivîskar eşkere kir û got ku yek ji nivîskarên jîr ê eyaleta wan ji nav wan bar kiriye.
Romana nivîskar Groom di sala 1994'an de bi heman navî kiribûn fîlm. Fîlmê ku derhêner Robert Zemeckis kişandibû xelata Fîlmê Herî Serketî ya Oscarê, Lîstikvanê Herî Serketî (Tom Hanks) a Oscarê, Derhênerê Herî Serketî û Senaryoya Herî SErketî ya Oscarê girtibû.
Nivîskar Winston Groom her çiqas bi romana xwe "Forrest Gump" hatibe nasîn jî bi temamî 16 roman nivîsandibûn û ji nav hin li ser şerê navxweyî ya Amerîkayê bûn.
Romana wî ya bi navê "Sohbeta Ligel Neyar" ku li ser Şerê Wîetnamê bû, di romanê de ketibû dû behrvanekî û mijar anîbû ziman. Romana wî di sala 1984'an de Xelata Pulitzer girtibû.