Diyarname
Li Cavriago gel ji bo peykerê Lenîn carek din li ber avahiya şaredariyê bê danîn kampanya dan dest pê kirin.
Li bajarê Cavriago yê Îtalyayê li ber avahiyê kopyaya peykerê Lenîn danîne lê gel dixwaze ew bê rakirin û orjînalê wê bê danîn.
Peykerê orjînal ê lenîn xwedî dîrokek balkêş e: (Li gor nûçeya kanala rus Rossiya) Peyker di sala 1922'yan de hatiye çêkirin, di Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de Naziyên ku êrîşê Yekîtiya Sovyetê kirin peyker ji bo bihelînin birin Îtalyayê ku wê çaxê Îtalya mutefîkê wan bû. Lê berî peykerê bihelînin ji aliyê partîzanan ve hat revandin. Di 100'emîn rojbûna (1970) Lenîn de peyker li ber avahiyê hat çikandin lê hinan gilî kir û ji ber vê peyker rakirin muzeyê. Ji dêvla wê kopyayek wê danîn.
Niha ji bo ew peykerê orjînal dîsa li ber avahiyê bê danîn bi ser înternetê re kampanya dan dest pê kirin. Di kampanyayê de gotin "Orjînala peyker cuda ye, berhemek bi qîmet e. Tu kopya nikare cihê orjînalê bigire." Kampanyayê bal kişand, li ser vê Şaredar Paolu Burani ji bo kanala rus wisa got: "Kopyaya peyker jixwe heye. Orjînala wê gelek bi qîmet e, bi ya min em wê biparêzin" û diyar kir ku ew piştgirî nade kampanyayê.