Diyarname
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ali Em diyar kir ku hejmara hilbijêran diyar bû û got ku li nav Tirkiyeyê wê 50 mîlyon û 189 hezar û 930 kes, li derveyî Tirkiyeyê jî dê 2 mîlyon û 568 hezar û 977 kes dengên xwe bidin.
Vane hin agahiyên din ên ku YSK'ê li ser hilbijartinê eşkere kirin:
- Bi giştî 15 partiyên siyasî bi 7 hezar û 492 berendamên xwe beşdarî hilbijartinê dibin.
- Berendamên serbixwe yên Bloka Ked, Aştî û Azadiyê ku BDP piştgirî dide wan jî têde, bi giştî 203 berendamên serbixwe dikevin hilbijartinê.
- Bi giştî 199 hezar û 207 sindoq dê bêne sazkirin.
- Di her sindoqê de dê 300 hilbijêr dengê xwe bikar bîne.
- Di malpera înternetê ya YKS'ê de mirov dikare bibîne ku li ku derê, li kîjan sindoqê dengê xwe bikar bînin.
- Li gor bi rê ve çûna hilbijartinê piştî 24'ê avrêlê dê kaxizên hilbijêran bêne çapkirin û yên ku kaxizên xwe negirin dê bikaribin li ser sindoqê kaxizê xwe ji berpirsên sindoqan bigirin.
Ji bo hûn li navê xwe binêrin ku di lîsteyê de heye yan na û di kîjan sindoqê de hûnê dengê xwe bidin, bitikînin: YKS-LÎSTE