Îro berî nîvro bombeyeke li ser rêya karwanê otomobîlên Hêro Îbrahîm Ehmed de teqiya û 4 parêzvanên wê birîndar bûn.
Jina Serokomarê Iraqê Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed dema diçû Şanoya Neteweyî a di Festîvala El-Mediya ya Çandî de bombe li ser rêya Kerrade ya bajêrê Baxdayê teqiya.
Di encamê de tişteke bi Hêro Îbrahîm Ehmed nehat. Li gor nûçeya Peyamnêrê 2 parêzvanên Hêro, li gor Pukmediayê jî 4 parêzvanên Hêro birîndar bûne.
Lê li gor her du nûçeyan jî rewşa parêzvanan baş e.


