Þivan Perwer çi dixwaze?
NÎJAD YARUK
Demek e dirêj e ku qala hatina Þivan û Tirkiyeyê di rojevê de ye. Ez jî wekî aliyekî vê meseleyê divê li ser daxuyaniya wî ya dawî çend gotin bêjim ku hin rastî eþkere bibin.
Pênc þeþ meh berê, ji navenda giþtî ya BDP’ê cîgirê serokê giþtî telefonî min kir. Ez wê demê serokê BDP’ê yê bajarê Amedê bûm. Got ‘Þivan dixwaze were Tirkiyeyê û ji bo wê jî daxwaza wan a hevdîtinekê heye. Wê menajerê wî were û em dixwazin ku li ser navê partiyê tu pê re biaxivî’.
Min jî got ‘baþ e’.
Piþtî çend rojan menajerê wî telefon kir. Ez ne xelet bim navê wî Amed Mardîn bû. Randevû xwest, min jî gotê kerem ke were ew jî tevî parêzer Sedat Yurtdaþ (wekî nûnerê Þivan Perwer) hatin partiyê. Di hevdîtinê de, berdevkê KCD’ê birêz Cemal Coþkun û berpirsên tevgera çandê jî hebûn.
Li navenda partiya Amedê em li hev rûniþtin. Me mafê axaftinê da Amed Mardîn, wî jî daxwaza Þivan Perwer anî ziman û got dixwaze du konseran pêk bîne, yek li Amedê û yek jî li Stenbolê. Piþtî sohbeteke dûvedirêj me fêm kir ku bi AKP’ê re jî axivîne û mîsyonekê giran li xwe bar kiriye. Tiþtên ku me ji wê axaftinê fêm kir ev bûn. Þivan li Amedê dixwaze ku konsereke girseyî bide. Ji bo vê jî hemû teknîkê ew ê amade bikin. Ji me jî xebatên mayî dixwazin. Li Stenbolê jî li cihekî mezin ê girtî konserek din difikirin. Lê konsera Stenbolê dixwazin bi serê xwe bikin. Ji wî jî dihat fêmkirin ku bi rayedarên AKP û dewletê re hatiye axaftin û li Stenbolê tevî BDP’ê bi beþdariya hemû partî û derdoran dixwazin konserekê pêk bînin.
Li aliyê din dixwest li Amedê pêþwaziyeke xurt pêk were, wekî din jî wekî konferansekê jî daxwaza wî hebû. Li gorî gotina wan wê bang li Danielle Mitterand û Kofî Annan û hin navdarên din ên navneteweyî jî bikin.
Ez bawer im xwendevan kêm zêde, nêzikahiya Þivan fêm kirin. Bersiva min jî ji wan re ev bû. Bi tu awayî em bi AKP’ê re nakevin nav organîzasyoneke wiha. Konsera Amedê û ya Stenbolê nabe ku AKP an jî derdorên di bin tesîra wan de rengê xwe bidinê. Em jî wekî partî rengekî siyasî nadin van konseran. Bes tevgera me ya çandê ji serî heya dawî wê xwedî biryar be û ji bo serkeftina van konseran amade ye ku peywira xwe pêk bîne.
Ji bo konferansan jî me fikrên xwe gotin. Bi kurtasî me got peywirên wiha gel didin kesan an jî saziyan û gelê kurd mîsyoneke wiha nedaye Þivan. Em amade ne ku Þivan wekî hunermendekî pêþwazî bikin û rûmetê bidinê, lê roleke siyasî ya Þivan nîn e. Ji ber vê jî nabe ku em rê bidin çalakiyeke wiha. Þivan nikare xwe peywirdar bibîne ji bo navbeynkariyê ya di nav gelê kurd û dewletê de an jî AKP û BDP’ê de. Min li wir tiþtekî din jî got. Min got ku bila Þivan çivan nede xwe û bêyî ku li dû tiþtên din bigere bila were û derkeve pêþberî gel. Ev gel ji Þivan þikestiye. Ev konser derfetek e ku Þivan xwe bi gelê kurd bide efûkirin û xwe cardin bispêre rastiya gelê xwe. Piþtî van axaftinan hevalên ku hatibûn, gotin em ê ragihînin Þivan û bersivekê bidine we û çûn. Piþtî bi demekê Amed Mardîn telefon kir û got, bi Þivan re axaftine û difikirin ku hê zû ye ji bo hatina Þivan. Min jî got baþ e û vê rewþê ragihande navendê.
Kêm zêde axaftinên di navbera me de ev bûn. Vê carê Þivan daxuyanî daye û gotiye ez ji kurdan û partiyê þikestî me û xwe amade kiriye ku di TRT 6 de derkeve konsereke zindî. Min jê re wê demê jî gotibû, çivan nede xwe. Destê te ji pereyan nebû. Te hin soz dabû xwînrêj û kujerê gelê kurd AKP’ê. Niha tu mecbûr î ew soza xwe pêk bînî. Ez bawer im ew 2 mîlyon Euro’yê ku soz dabûne te wê zêde jî kiribin, ji te re helal be. Cihê te di nav qoriciyên (cerdevan) çandê de amade ye. Pîroz be li te û bawer bike gelek li bejna te hat.
Di þert û mercên wiha de, di têkoþîna man û nemana gelê kurd de, ev helwesta qaþo hunermend û rewþenbîrên kurd em zêdetir diêþînin. Bes divê em di vir de jî her kêmasiya xwe bibînin. Êdî dema helwesteke zelal û polîtîkayeke hevpar hatiye li hember vê rewþê. Nebe wê hêj gelek serê me bi van kesan biêþê.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nivîsên eleqedar:
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Þivan Perwer î dewþirme