Diyarname
Dadgeha Sulh Ceza ya Kolik a Semsûrê der barê 3 pirtûkan de biryara berhevkirinê girt. Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Kolikê ku 2'yê vê mehê xwestibû dadgehê biryar girt. Dadgehê biryara berhevkirina pirtûka rojnameger Fehîm Taştekîn "Rojava/Kurtlerin Zamani" (Rojava/Serdema Kurdan) ku ji Weşanên Îletîşîmî derketibû; pirtûka Faysal Dagli "Birakujî" ku di sala 1994'an de ji Weşanên Belge derketibû û pirtûka Aytekin Gezici "Kurt Tarîhî " (Dîroka Kurdan) ku ji Weşanên Tutku derketibû da. Biryar ferman dike ku pirtûk bêne berhivkirin û firotina wan bê qedexekirin.


