BRUKSEL
Komeke rewşenbîrên kurd nameyek ji Serokdewletê Amerîkayê Barack Obama re şand û ji wî xwest ku ji bo kurd bikarin bi zimanê xwe perwerde bibin bikeve nava hewldanan.
Nameya ku ji Obama re hatiye şandin ji aliyê gelek rewşenbîrên kurd ên ku ji nêz ve tên nasîn ve hatiye îmzekirin û rewşenbîrên kurd xwest ku Obama ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bikeve nava hewldanên pozîtîf.
'Kurd li ser axa xwe bê nasname dijîn'
Di nameya ku ji aliyê rewşenbîrên kurd ve hatiye şandin de tê gotin ku piştî Obama li Amerîkayê wekî serokdewlet hate hilbijartin baweriya ku wê demokrasî li Amerîkayê pêş bikeve û ji bo ku welatên din jî demokratîk bibin bikeve nava hewldanê. Di nameyê de wiha hate got: "Bi bijartina cenabê we ya serokatiya Emerîka, li tevahiya cîhanê bayekî aştî û demokrasiyê bizivî. Bêguman gelên ku dixwestin bi vî bayî henase bikin, aram û bi rûmetdarî bijîn hebûn. Yek ji van gelan jî Gelê Kurd bû û bi deh salan e ku ji bo azadiya xwe, pêşxistin û parastina kultura xwe, nasname û jiyaneke bi rûmet têkoşînê dike. Têkoşîna Gelê Kurd, ya azadî û jiyaneke bi rûmet, sedsal derbas kiriye. Pêwiste werê zanîn ku, Gelê Kurd hatiye inkarkirin, nasnameya wî, zimanê wî hatiye qedexekirin û beşek Kurd jî, li ser xaka bavûkalên xwe bê nasname dijîn."
'Zarokên vî gelî ji perwerdehiya zimanê dayîkê bêpar in'
Di nameyê de hate gotin ku siyaseta kujerî beriya sedsalan dest pê kiriye heya îro jî dewam kiriye. Name wiha domiya: "Çekên kimyewî jî di nav de, bi her cûre çek û kiryarên qirkirinên fizîkî re rû bi rû ma. Ev tunekirina cografîk û civakî, ne tenê di aliyê civakî de, di aliyê redkirin, bê nasnametî de, di bawerî kultur, ziman û edebiyatê de jî bi dijwarî derkete holê. Di heman demê de, zarokên vî gelî, ji perwerdehiya bi zimanê zimakî bêpar hatin hiştin. Pêwiste werê zanîn ku her nirx û pîroziyên mirovahiyê li vî gelî hatiye qedexe kirin. Ev gelê ku berhemên dîrokî wekdestanên epîk ku bi yên Yewnanan re, bi romantîzma Ingilîzan re, bi feylesofiya gelê wek Emerîka û Frensa re pêşbaziyê bike afirandine. Mixabin ev gel bê ziman, bê edebiyat û bê perwerdehî hatiye hiştin."
'Kurd Makezagoneke Demokratîk dixwazin'
Rewşenbîran ji Obama xwest ku fêm bike kurdi bêyî ku destîniya cografîk bike xeleka jiyanê, di nava sinorên dewletên têkildarî pirgsirêka Kurd de, bi misogerkirina Destura Bingehîn, di xwaze ku di nava malbata cîhanê de, bi nasnameya xwe bi rûmetdarî bijîn. Name wiha domiya: "Em nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên ku hatine sirgûnkirin û mafê jiyanê li welatê xwe nedîtine, me xwest ku bi vê namê rewşa xwe ragihînin cenabê we jî. Me nivîskarên Kurd, xwest ku bi vê bang û awazê, di şexsê cenabê we de, bang li wijdanê cîhanê teva jî bikin."
'Cenabê we dikare roleke girîng bilîze'
Rewşenbîran da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd bi aştiyeke mayinde û çareseriyeke demokratîk li Tirkiyê û Kurdistanê dikare mimkûn bibe û ev bang li Obama kir: "Çareseriyeke wiha ya aştîyane û demokratîk, ne tenê li Tirkiyê û Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, wê bibe sedema aramî û xweşiyekê. Bêguman ev çareseriya aştiyane û demokratîk, wê ji bo hêzên ku hêviyên xwe bi baweriyên radîkal ve girêdidin re jî bibe dîwar û mertalek. Gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û di nava 4 dewletan de, çareseriya di nava tixuban de û di sîstemeke li ser wekheviya nasneme û hevkariya biratî û dostanê dixwaze. Di van daxwazên maqul de, guman tê de nîn e ku, pêşengiya cenabê ya çareseriya demokratîk, wê bîbe qonaxeke dîrokî. Ji ber ku cenabê we, miratzadeyê aştîxwaz û demokratîkbûna Lincolnan e."
'Em azadiya zimanê xwe dixwazin'
Di dawiya nameyê de hate diyarkirin ku ew kesên ku nav û şannameya wan li jêr in, nivîskar, rojnamevan û hunermendên Kurd, ji welatê xwe ku bûye destpêka mirovahiyê, mecburî revê bûne û wiha hate gotin: "Em dixwazin ku azadiya xwe di zimanê xwe de, di edebiyat û pêşxistina kultura xwe de li ser xaka xwe bijîn û zarokên gelê me jî di dibistanan de, pirtûkên me bixwînin. "
'Rewşenbîrên ku name îmze kirine'
Yên ku îmzeya wan li bin nameyê ev in; Rojnameger û Nivîskar Medeni Ferho, Akademîsyen Dr. Bengi Haco,Serokê Enstîtûya ya Brukselê Derwesh M. Ferho, Rojnameger Tariq Hemo, Dîrokzan Dr. Xalid Isa, Mamoste Nazîf Mayî Nivîskar Rojan Hazim, Nivîskar Hosheng Biroka, Nivîskar Faysal Dagli, Nivîskar Rukiye Ozmen, Rojnameger Faruk Sakik, Rojnameger Diyar Bohti, Rojnameger Jîr Dilovan, Helbestvan Newaf Xelîl, Nivîskar Mîrhem Yigit, Helbestvan Hosheng Ose, Nivîskar Dana Celal, Nivîskar Fevzi Ozmen Rojnameger Aziz Ogur, Mamoste Fergin Melik Aykoç, Rojnameger Mehmed Drewş, Rojnameger Kakşar Oramar, Dengbêj Şemdîn, Rojnameger Ejder Şêxo, Helbestvan Feqir Ehmed, Rojnameger Saman Nurî, Rojnameger û Nivîskar Y. Serhad Bucak.
Ji ANF'ê hatiye girtin


