Diyarname
Li dinyayê vîrusa koronayê (Covid-19) malik li mirovan wêran kiriye. Li gelek welatên dinyayê ji bo bikaribin ji bin vî barê giran rabin nexweşxaneyên nû çêdikin. Li nav kurdan jî ev yek didome. Li rojavayê Kurdistanê li Hesekê jî jî nexweşxaneyek ji bo vê yekê hat vekirin. Ev wêne ji Nexweşxaneya Covid-19 ya Hesekê ye û em vê wekî wêneyê rojê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Bila nexweşxane pîroz be û bi hêviya ku dê pêdivî pê nemîne...