Amed
Şaredariya Licê, bi armanca nasandina cihên dîrokî yên navçeyê, Festîvala Turîzm Çand û Hunerê ya Licê li dar dixe. Festîvala ku par ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatibû asteng kirin îsal di navbera 26-27'ê mehê de bi diruşma "Licê digîhîje dîroka xwe" li dar dikeve.
Hate gotin ku dê Hevserokên BDP'ê jî beşdarî festîvalê bibin.
Vaye bernameya festîvalê:
26 Sermawez, În
Panel: "Di dîrokê de bi hemû aliyan ve Licê"
Pêşkêşvan: Rojnamevan Nurî Firat
Panelîst: M. Şîrîn Tunç, (Endamê Koma Aştiyê ya Yekemîn), Aygul Bîdav (Endama Meclisa Aştiyê)
Cih: Salona Navenda Jinan
Saet:13.00-15.00
Dîwana Dengbêjan
Dengbêj Kurdê Henîf, Cenfedê Farqînî
Cih: Salona Navenda Jinan
Saet: 16.00 -17 30
27 Sermawez, Şemî
Konser
Nêrgîzen Botan
Koma Hemdem
Koma Pel
Cih: Qada Bahtiyar Aydin
Saet:11.00-14.00
Ger
Keleha Deqyanos, Eshab-i Kef, Şikeftên Birqileynê
Cihê ketina rê: Ber Şaredariya Licê
Saet: 14.30-1700