Diyarname
Li Akdenîza Mêrsînê Şaredariya BDP'ê piştî ku li ser navê Hrant Dink parkeke vekir, vê carê li ser navê Ahmet Kaya parkek çêkir û vekir.
Di vekirina parkê de Şaredar M. Fazil Turk, Berendamê BLoka Ked, Demokrasî û Azadiyê Ertugrul Kurkçu, Serokê BDP'a Mêrsînê Cihan Yilmaz, jina Ahmet Kaya Gulten Kaya, Serokê Weqfa 78'an Celalettin Can, endamên Blokê, hunermend Îlkay Akkaya, hunermendên NÇM'a Mêrsînê û li dor " hezar kesî amade bûn.
Di axaftinê de Şaredar Turk got ku kurdan ji bo zimanê xwe yê zikmakî têkoşîn dane û wisa dom kir: "Gelo vî gelî ji bo parastina zimanê xwe çiqas bedel daye, hûn dizanin? Zimanê muzîkê gerdûnî ye. Lê dema muzîk kurdî be nabe gerdûnî. Çi gotibû Ahmet Kaya? Gotibû 'Ezê stranek bi kurdî bistrêm û jêre klîbek çêbikim.' Lê êrîşê wî kirin. Emê kesên ku çetel û kêr bi ser wî de avêtin qet ji bîr nekin."
Kurkçu, dûre jî Gulten Kaya axivî û park hate vekirin.