Diyarname
Yek ji kompaniyên balafiran AtlasGlobal ku li Tirkiyeyê xebatên xwe didomand hat gotin ku xwe amade dike dê îflasê ragihîne.
AtlasGlobalê di 26'ê sermaweza 2019'an de biryar dabû ku heta 21'ê berfanbara 2019'an seferên xwe bide rawestandin. Piştî vê dîrokê seferên wê dîsa dest pê kirin lê kompaniyê nikarî ber xwe bide û pirsgirêkên wê yên madî didomin. Îro hat gotin ku kompanî xwe amade dike ku îflasê ragihîne.
"Airport Haber"ê ragihand ku Atlasglobalê ligel xebatkarên xwe civîn çêkiriye û gotine ku ji sibê wêdetir neyên kar. Tê gotin ku hemû seferên firînê yên balafirê hatine rawestandin.
Piştî vebûna Balafirxaneya Stenbolê ya nû ev kompanî dê bibe yekemîn kompanî ku îflasê dike.
Piştî vê nûçeyê ji ser twitterê re tag hat vekirin û gelek kesî tiştin li ser gotin.
Daxwaza îflasê hat kirin
14'ê mehê "Sivil Havacilik" ku li Tirkiyeyê ji balafiran ew berpirs e ji ser twittera xwe re wisa ragihand: "Kompaniya balafiran Atlasjet ji ber ku nekariye bidomîne ji bo îflasê serîlêdana xwe kiriye û firînên xwe dane rawestandin." (Ev agahî paşê li nûçeyê hatiye kirin)