Diyarname
Li aliyekî kurd ji ber stranan dixwazin û distrên tên kuştin, li aliyê din Wezîrên AKP'ê li ber van stranên ku kurd ji bo wan tên kuştin govendê digerînin. Li Îzmirê ciwanê kurd ji ber strana kurdî xwest bi 8 kuleyan hate kuştin. Lê li aliyê din li Rihayê Wezîrên AKP'ê li ber stranên kurdî li gorî dilê xwe govend gerandin.
Li Alîagaya Îzmîrê ciwanekî ji Dêrsimê ê bi navê Gazî Akbayir, di şahiyeke li barê de bi zaravayê dimilî stranek xwest. Stran hate xwendin lê Akbayir ji ber vê daxwazê rastî êrîşa lîncê hat. Pêşî bi kêran êrîşê Akbayir kirin, dema ew siwarê erebeya xwe bû û xwest bireve vê carê bi guleyan êrîşê wî kirin û bi 8 guleyan ew hat kuştin.
Cezaneyê Akbayir pêr hade definkirin.
Li aliyê din li Rihayê Wezirên AKP'ê Faruk Çelik, Recep Akdag, Mehmet Mehdî Eker, li ber starên kurdî govend gerandin, bi kurdî stran û kêf kirin.
Eşîra Suleymanan li otelek 5 stêrk daweta birayê Parlementerê AKP'ê Faruk Bayrak Sedat Bayrak lidarxistin. Di otelê de Wezîrên AKP'ê Faruk Çelîk, Recep Akdag, Mehmet Mehdî Eker, parlementerên AKP'ê Zeynep Karahan Uslu, Mahmut Kaçar, Waliyê Rihayê Celalettin Guvenç, Midûrê Polîsan Mehmet Lîkoglu tev li dawetê bûn û li ber stranên ku kurd ji ber wan tên kuştin govend gerandin.
Wezîran li salonê hem govend gerandin û dolar barandin.
(Wêneyê jêrin ê Gazi Akbayir e)