Diyarname
Însiyatîfa Jiyandina Heskîfê li ser girtina tevdîrên li Heskîfê 7 daxwaz anîn ziman.
Li Heskîfê piştî hilweşîna cihê kolanê, biryara qedexekirina xebitandina şikeftan, girtina rêya ku diçe heta cem çardaxan hatibû dayîn. Li ser vê yekê Însiyatîfa Jiyandina Heskîfê daxuyaniyeke weşand û got: "Helbet ji hilweşînê mirov divê dersê bigire lê dema tevdîrê jî bigire divê gelê Heskîfê neyê mexdûrkirin, biryarên ku dê bandoreke neyînî li tûrîzmê bikin neyên girtin."
Însiyatîfa Jiyandina Heskîfê got ku divê gera li cihên dîrokî neyê qedexekirin û daxwazên xwe yên ku ji 7 xalan pêk tên eşkere kirin:
1- Ji ber hilweşîna zinarekê divê gera li kelehê û cihên din ên dîrokî neyên qedexekirin.
2- Esnafên ku berê di şikeftan de kar dikirin devê niha dîsa ji wan re cih bê çêkirin.
3- Li ser hilweşîna zinar divê zirarê gelê Heskîfê bê tesbîtkirin û di çarçoveya bûyera xwezayî de zerarê wan bê telafîkirin.
4- Ji bo zinar û berhemên dîrokî ku di talûkeyê de ne tevdîr bê girtin û zûtir demê de ew bêne parastin.
5- Divê dev ji helwesta 'jixwe wê di bin ava bendavê de bimînin' bê berdan û berhemên dîrokî bi nazikî bêne parastin.
6- Bi taybetî li aliyê din ê Çemê Dîcleyê cihên nû bêne çêkirin.
7- Li ser asta talûkeyê lêkolîneke zanistî bê kirin û encam zûtirîn demê de ji bo gel bê eşkerekirin.


