Amed
Helbestkarê kurd ê navdar Ehmed Huseynî li Amedê ye derdikeve pêşberî helbesthezan.
Helbestkar Ehmed Huseynî wê roja Şemiyê (18.12.2010), saet di 18.00’an de, li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn helbestên xwe bixwîne û paşê jî li ser helbesta kurdî li gel xwendevan û guhdaran biaxive.
Her wisa gelek nivîskarên kurd ên ku li Amedê dijîn jî wê wekî guhdar beşdarî vê çalakiyê bibin.