logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Sê pirtûkên '1001 Pirtûk'an bi kurdî derketin

Weşanxaneya Lîsê ku ji bo wergerê projeyeke nû daye dest pê kirin sê pirtûk ji vê projeyê derxistin.

  • Dîrok: 29/08/2018
  • Beş: Berhem

Diyarname

Weşanxaneya Lîsê ku ji bo wergerê projeyeke nû daye dest pê kirin sê pirtûk ji vê projeyê derxistin. 

Lîs ku berê jî ji wêjeya cîhanê pirtûk wergerandibûn kurdî û weşandibûn niha projeya “Cervanhtes, Projeya Wergerê 1001 Pirtûk” daye dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de du roman yek jê jî lêkolîn 3 pirtûkên wergerê derxistin.

Yek jê  "Kallocain" romana Karin Boye, yek jê 

"Zilamê Mirî" romana D. H. Lawrence ye û ya din jî "Rizgarkirina Hiş ji Mêtingerîyê" lêkolîna Ngugi wa Thiong’o ye ku ji Lîsê derketin.


"Rizgarkirina Hiş ji Mêtingerîyê"

"Rizgarkirina Hiş ji Mêtîngeriyê pirtûka lêkolînî ya  Ngũgĩ wa Thiong’o ye ku ji aliyê Fexrîya Adsay ve ji îngilîzî ji bo kurdî hatiye wergerandin.

Nivîskar mijarên ku ev bîst sal in li ser dixebite di nav vê pirtûkê de bi cih kirine ku ew vê yekê wekî fêrkirinek jî dibîne. Mijarên di honak, şano, rexne û fêrkirina wêjeyê de bûne mijarên pirtûkê ku ev pirtûk parçeyek e ji nîqaşa li seranserî parzemînê ya li ser qedera Afrîkayê.


"Zilamê Mirî"

"Zilamê Mirî" navê romana D. H. Lawrence ye ku ji aliyê Salih Agir Qoserî ve ji îngilîzî ji bo kurdî hatiye wergerandin.

“...Dema ku destê xwe da wan, dît ku jiyan diherike. Wê gavê got “Bavo! Te çima heta niha ev ji min veşartine?” Bi meraq bi awayê ku ji dil hîs bike, bi kêfxweşiya daxwazeke eşkere destên xwe da wan û got: “Belê! Ev yek dûrî diayan e.” Kûr bû, germayiyeke bêhempa, germayiyeke zindî û dawetkar ku kare here hundir, jin, dil û navenda gulê! Qesra min, gula eşkere ye, kêfxweşiya min ev gul e!”

Nivîskarê gewre Lawrencê Îngîlîz, di vê berhemê de, di derbarê bawerî, mirin, jîyan, jin, mêr, evîn, ax û gelek tiştên din de mirovan hişyar dike. Ne tenê hişyarkirin, mirovan dihejîne û rastiya jîyanê li ber çavên mirov radixe.

Vegotinên di derbarê Îsa de çawa li cîhanê belav bûne, Lawrence bi awayekî metaforîk vedibêje. Zilamê mirî ji mezel radibe, hin caran wekî fîgurekî mîtolojiya Grêkî hin caran jî wekî yê mîtolojiya Misir û Roma li cîhanê digere. Hin caran mirî ye dûrî jiyanê ye, hin caran jî ji mirovên zindî bêtir di nav kelecana jiyanê de ye... 


"Kallocain"

"Kallocain" romana Karin Boye ye û Salih Agir Qoserî ji swêdî wergerandiye kurdî.

Dema ku Karin Boye vê romanê diqedîne û radestî weşanxaneyê dike, dibêje “Ez sozê didim ku ez ê nema tiştekî wiha erjeng binivîsim. ”

Cîhana dîstopîk ku Karin Boye afirandiye, mejiyê mirov dihejîne. 

Hemû welatîyên Dewletacîhanê di bin erdê de dijîn û ji bo dewletê dixebitin. Nirxê herî mezin, dewlet e; hemû mirov û hemû tişt ji bo dewletê ne. Daxwaza jiyaneke xwezayî û fikrên muxalîf, xayînî ne. 

Ji bo eşkerekirina sûcê fikrê, kîmyager Leo Kall madeyekî bi navê kallocain diafirîne. Kesê ku kallocain lê dikeve, hemû tiştên xwe yên veşartî, xewn û xeyalên xwe eşkere dike. Bi vî awayî gelek "sîxur û xayîn" tên eşkerekirin, lê fikir û hestên xwezayî, yên ku qet ji holê nayên rakirin jî eşkere dibin... 

- Kallocain / Karin Boye / Wergera ji swêdî: Salih Agir Qoserî / Roman / 252 Rûpel / 2018 

- Rizgarkirina Hiş ji Mêtingerîyê / Ngugi wa Thiong’o / Wergera ji îngilîzî: Fexrîya Adsay / Lêkolîn / 180 Rûpel / 2018

- Zilamê Mirî / D. H. Lawrence / Wergera ji îngilîzî: Salih Agir Qoserî / Roman / 70 Rûpel / 2018


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şiyar bin gelî nivîskar, hunermend û siyasetmedarên kurd!

ad

Polîtîkaya elektrîkê

ad

Meryem Xan di navbera berê û niha de

ad

Ji bo yên temaşe nekiribin: DÎSKO 5 NO'LU dîsa dilîze

ad

Analîz: Ew der her bi ewlebû, îro çi bû?

ad

Fîlmê kurdî 'Pisepis ligel Ba' li Cannes'ê de 3 xelat girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname