logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

'Kurdên Tokyoyê' û yên din hatin

Documentarist carek din hat ligel bi dehan belgefîlman. Yek jê jî "Kurdên Tokyoyê" ye. Belgefîlmên din ên bi kurdî jî he

  • Dîrok: 05/06/2018
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Documentarist carek din hat ligel bi dehan belgefîlman. Yek jê jî "Kurdên Tokyoyê" ye.

Rojên Belgefîlman a Stenbolê bi kurtenavê xwe "Documentarist" îsal 11'emîn car dê li dar bikeve. Documentarist 9'ê mehê dest pê dike û heta 14'ê mehê dê bidome.

Documentarist ji aliyê komek hezkirên belgefîlman ve ev 11'emîn sal e tê li darxistin. Îsal jî ji gelek welatan û helbet ji Tirkiyeyê belgefîlmên cur bi cur têne pêşkêş kirin. Li dor 40 belgefîlm di bin beşên cuda de hefteyek li benda temaşevanan in. Li ser têkoşîna gelan, li ser mafên mirovan, li ser xwezayê, gelek belgefîlmên cur bi cur amade ne. Di nav van belgefîlman de gelek hene ku derdikevin pêş.

'Kurdên Tokyoyê'
Yek ji wan belgefîlmên ku derdikeve pêş jî belgefîlmê bi navê "Kurdên Tokyoyê" (derhêner Fumiari Hyuga) ye. Kurd û Tokyo? Çi eleqe? Kurd ku, Tokyo ku? Kurdên ku li gelek welatan hene li Tokyoyê jî hene. Belgefilmê navborî jî li ser van kurdan hatiye kişandin. Belgefîlmê ku îsal temam bûye û li Tirkiyeyê yekemîn car tê nîşandayîn. Lehengê belgefîlm Ozan dema 6 saliye ligel malbata xwe ji bo jiyaneke baştir ji Tirkiyeyê diçin Tokyayê. Ew niha êdî ciwan e lê ew kesek e ji derveyî civakê tê hiştin û xwe wekî kesek bêhêvî hîs dike. Ligel statuya "Biyanî" ew niha dike ku li nav sektora şahiyan şopek bihêle. Bi vî belgefîlmê 20 deqîqeyî parçeyek mirov ji kurdên Tokyayê hay jê dibe. (Rojên nîşandayînê: 10 pûşher, 14.00, AG - 12 pûşper, 15.00, KS)

Efsaneyê Yaşar Kemal
Yek ji belgefîlmên derhênerên kurd jî "Efsaneya Yaşar Kemal" e ku derhêner Aydin Orak kişandiye. Di fîlm de çîroka romanivîskarê navdar Yaşar Kemal tê ser ziman. Fîlmê 113 deqîqeyî berî vê di hin festîvalên din ên Tirkiyeyê de hatibû nişandayîn. (Roja nîşandayînê: 12 puşper, 19.00, MO)

Belgefîlmê Taylan Mintaş ê bi navê "Biratiya Bêdengiyê" ku li gelek festîvalan hat nîşandayîn û eleqe dît niha carek din vê carê bi rêya Documentarist derdikeve pêşberî temaşevanan.
Belgefîlmê "Ev/Mal" (Derhêner Felat Erkozan) ku li ser xaltiya Rana ku ev 20 sal in li Sûrê dijî û naxwaze mala xwe terk bike hatiye kişandin.
Belgefîlmê "Di bîra min de ye" (derhêner Soner Akalin) jî li ser diyaloga hevalên zarokatiyê  hatiye sazkirin. Yek ji wan çûye Fransayê bûye penaber ê din li vir bi telefonê pêre xeber dide û vê xeberdanê tomar dike.

Hurmet ji bo Sabike Kaya
Sabite Kaya derhênereke kurd bû. Piştî kişandina hin kurtefîlm û belgefîlman di sala 2014'an de ji bo Hevşaredariya Gimgimê hat hilbijartin lê ew jî wekî şaredarên din ên kurd bêsedem hat girtin û hê jî girtiye. Documentarist ji bo bibîranîna Sabite Kaya fîlmê wê "Bedensiz Ruhlar / Rihên Bêbeden" ku 59 deqîqeye nîşan dide.

Filistîn û 68
Di vê Documentaristê de du mijarên bingehîn hene yek jê Filistîn e ku 5 belgefîlmên li ser Filistînê têne nîşandayîn. Ya din jî 50 saliya serdema ciwanên 68'an e. Di vê çarçoveyê de jî 3 belgefîlmên welatên cur bi cur têne nîşandayîn. Di nav van de "Devrimci Gençlik Koprusu" (derhêner Bahriye Kabadayi) li ser ciwanên şoreş ên çepgir e ku ji Stenbolê diçin Zapê û li wir pir çêdikin.
Ya din li ser
Belgefîlmê "Haziran Kalkişmasi / June Turmoil / Serhildana Pûşperê" li ser çîroka xwendekarên ku di pûşpera 1968'an de li Belgradê rabûne ser piyan hatiye kişandin.
Belgefîlmê din ku di vê çarçoveye de dê bê nîşandayîn jî "In the Intense Now /Di nav xurtiya niha de" jî li ser salên 1966'an ên Çînê hatiye  kişandin.

Ev û gelek belgefîlmên din di çarçoveya Documentarist de li cihên wekî Aynali Geçit, Kadikoy Sinemasi, Yapi Kredi Kultur Sanat. Odeya Mîmaran, Navenda Çanda Fransiz bêne nîşandayîn.
Di çarçoveya Documentarist de ji bilî nîşandayîna belgefîlman xebatên atolyeyan, gotûbêj û nîqaş jî hene.

Ji bo agahiyên zêdetir:
www.documentarist.org

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Têra her kesî îmze heye

ad

Dengê mişkê me ket!

ad

4 nivîsên nû

ad

Ji komek nivîskarên kurd li ser alfabeya kurdî daxuyanî

ad

Ji bo hilbijartina serokomarî 6 berendam çêbûn

ad

Newêrin van pirtûkan bifroşin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname