Diyarname
Şewba Berazan ku li dinyayê tesîra xwe nîşan dide, li futbolê jî da. Herî dawî lîstikvnê Barselonayê Eric Abidal bi vîrusa H1n1 ket.
Hate gotin ku lîstikvanê Barselonayê yê fransiz Eric Abidal bi virusa H1N1 katiye. Abidal vê dawiya hefteyê dê di maça Barsenola û Athletic Bilbao de cih negire. Her wiha hate gotin ku lîstikvan Yaya Toure jî bi heman nexweşiyê ketiye..
Nava vê hefteyê teknîk dîrektorê Atletico Madrida Spanyayê Quique Sanchez Flores jî bi nexweşiya şewba berazan ketibû lê piştî çend rojan baş bû.


